Şerê di navbera cemata Fethullah Gulen û hukumetê de çikas diçe dijwartir dibe. Roja Ak Parti hatî ser hukum heta niha gruba Gulen pişgiriya Ak Partiyê dikira. Gruba Gulen zilamên xwe gelek cihên zîz yê dezgehên dewletê de cig kirine.
7.12.2013ê hinek dozerên girêdayî guruba Gulen bi tohmeta bertîl xwarinê hinek kes girtin. Hayê hukumetê ji vê yekê tunebû. Serokwezîrê Tirkiye Erdogan û Ak Partiyê ev yek wek darbeyek dijê xwe dîtin û li himber guruba Gulen helwest danin.
Niha şerek medyatik di navbera herdu aliyan de bi tundî heye. Ak Partî hinek parlementerên xwe yên girêdayî Gulen ji partiyê dûr têxe. Ji aliyek din jî hinek parlementerên girêdayî Gulen bi xwe jî îstifa dikin. Armanc ketina Erdogane.
Guruba Gulen nihajî li gel Kemalist û nijadperestên Tirk hevkariyê dike û ji bo Erdogan ji holê rakin hemû tiştekî mubah dibînin.
Lê Erdogan jî bi tundî bersiva guruba Gulen dide û ew bê minet kirine. Eger parlementerên ji ji Ak Partiyê vediqetin yan jî tênê dûr xistin tesîrê li piraniya Ak Partiyê ya parlementoyê de neke û di van hilbijartinên dawiya adara 2014ê bêne kirin Ak Partî ser bikeve dê guruba Gulen têk herê.
Di çerê navbera Ak Partiyê û Gulen de dixweyê piraniya Kurdan naxwazin Gulen serbikeve. Berjewendiya Kurdan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ne serkevtina Gulendeye. Erdogan serbikeve dezgehên tarî li Tirkiye aloztir dibin. Herweha Ak Parti dikare zeminêk demokratiktir ji bo destkevtiyên Kurdan jî peyda bike.
Bakî Bani/Analîz