Sendîkaya Rojnamevanan li Silêmaniyê êrîşa li ser dezgehê rewşenbîrî şermezar dike
Komiteya Parastina Azadiya Rojnamevanan û Mafên Rojnamevanan daxûyaniyek li ser êrîşkirina li ser Navenda Rewşengerî ya Çawdêrê û Bingeha Rewşenbîrî ya Gelawêjê li Girê Endazyaran li Silêmaniyê ragihand.
Komiteya Parastina Azadiya Rojnamevanan û Mafên Rojnamevanan daxûyaniyekî de dibêje: “Herêma me di demeke hestyar re derbaz dibe, em ber bi hilbijartinên Perlemana Kurdistanê ve diçin, rewşeke nearamiya derûnî ji ber aloziyên siyasî bi ser welatiyan de girtiye. Hêzeke komando roja 05.09.2024ê li Silêmaniyê dûr ji hemî pirinsîpên etîkî û qanûnî bi ser Dezgeha Rewşenbîrî û Ragehandinê ya Çawdêrê de girt û daxist û destê xwe dana ser hemî kelûpelên wê.”
Berdewamiya daxûyaniyê de dibêje: “Em komiteya Parastina Azadiya Rojnamevanan û Mafên Rojnamevanan li Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê bi tundî wan reftaran li beranberî her dezgeheke rewşenbîrî û ragehandinê şermezar dikin û wekî metirsî li ser azadiya raderbirînê û tevgera rewşenbîrî ya xelkê Kurdistanê dihesibînin. Ev nîşana binpêkirina qanûnê û hemî pirinsîpên qanûna ragehandinê û azadiya raderbirînê ye, ji bilî ku rewşeke nearamî û tirs û bêzariyê li cem şêniyên van deverên çê kiriye, lewma em hêvîdar in bi zûtirîn dem rê li van karan bê girtin û mafê karkirinê ji bo dezgeha navbirî bê vegerandin.”