Civak

Metropol: CHP statûya xwe ya partiya yekem winda kir

Encamên meha Tebaxê yên rapirsîna herî dawî ya dezgehê lêkolînê Metropoll Researchê a hate eşkerekirin. Ji şêwirmendên rapirsînê Burak Bîlgehan Ozpek jî diyar kir ku di encamê de windakirina partiya yekemîn a CHP’ê derketiye pêş. Ozpek her wiha da zanîn ku rêjeya razîbûna Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî kêm bûye û rêjeya erêkirina Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan her ku diçe zêde dibe.

Akademîsyen Burak Bilgehan Ozpek ê ku ji şêwirmendên akademîsyenê Metropoll Researchê bû mêvanê weşana Ruşen Çakir a li Medyascope, hûrgiliyên lêkolînê parve kir.

CHP statûya xwe ya partiya yekem winda kir
Ozpek bi bîr xist ku di mehên borî de Partiya Komarî ya Gel (CHP) partiya pêşeng bû û destnîşan kir ku di encamên rapora vê mehê de guhertineke girîng çêbûye. Ozpek, anî ziman ku CHP’ê cara ewil pozîsyona xwe ya partiya yekemîn winda kir û got ku ev pêşketin gelekî balkêş e.

Bi taybetî piştî hilbijartinên herêmî, CHP bi qasî 4 mehan bi ferqeke berbiçav li pêş bû. Sedema sereke ya vê rewşê dijwariya Tifaqa Cumhur a ku hilbijêrên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) di nav de cih digire, di vegerandina dengdêrên xwe de ber bi sindoqan ve hat nîşandan. Li gorî agahiyên Ozpek dane, tenê nîvê hilbijêrên ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de dengên xwe dane AKP’ê, di hilbijartinê de jî îradeya xwe dane partiya xwe. Vê yekê hejmara hilbijêrên bêbiryar zêde kir. Her wiha ji sê behrên hilbijêrên İYİ Partiyê pişgiriya CHPê kirin û ev yek CHP derxist pêş.

Lê belê di lêkolîna vê mehê de derket holê ku hilbijêrên AKP’ê berê xwe didin partiyê. Ev rêjeya ku berê ji sedî 50 bû, di meha Tebaxê de derket ji sedî 67’an. AKP’ê karîbû ji sê parên duyê hilbijêrên 14’ê Gulanê dîsa ber bi xwe ve bikişîne. Ji aliyê din ve derbasbûna hilbijêrên İYİ Partiyê bo CHPê jî rawestiya an jî kêm bû. Li gorî lêkolînê ji sedî 35 ê hilbijêrên İYİ Partiyê diyar kiribûn ku dê meha borî dengên xwe bidin CHP’ê, ev rêje vê mehê daket ji sedî 17’an.

Dema ku rêjeya erêkirina Îmamoglû û Ozel kêm dibe, ya Erdogan her ku diçe zêde dibe.
Li gorî rapora “Nebza Tirkiyeyê” ya Metropoll Researchê, di rêjeya erêkirina lîderan de guhertinên berbiçav çêbûne. Rêjeya razîbûna Ekrem Îmamoglû 8,5 puan kêm bû, rêjeya razîbûna Ozgur Ozel jî 12 puan kêm bû. Ozpek, anî ziman ku ev kêmbûn di nava mehekê de pêk hatine û diyar kir ku rêjeya razîbûna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di heman heyamê de 4 puan zêde bûye. Lê belê Ozpek destnîşan kir ku rabûna Erdogan di bin rêjeya lîderên muxalefetê de ye.


Back to top button