Senatoya Amerîkayê alîkariya ji bo Îsraîl û Ûkraynayê red kir
Desthilatdariya Amerîkayê dixwest 105 milyar dolar wek alîkarî bide Îsraîl û Ukraynayê, lê ev pêşniyaz di dengdana senatoyê de hat redkirin.
Senatorê serbixwe Bernie Sanders, ku bi gelemperî li senatoyê bi Demokratan re tevdigere, piştgirî da Komarparêzan û li dijî alîkariyê derket.
Li senatoyê dengdana pêşwext hat kirin da ku daxwaza Amerîkayê ya ji bo pakêta alîkariya 105 milyar dolarî ya ku tê de 61,4 milyar dolar alîkarîya Ukraynayê û 14,3 milyar dolar alîkarîya Îsraîlê tê xwestin, hat kirin. Li senatoya ku ji 100 endaman pêk tê, 49 senatoran dengê “erê” û 51 senatoran jî dengê “na” dan.
Senatorê serbixwe Bernie Sanders, ku di hilbijartinên serokkomariyê yên sala 2016an de bû berendam lê di hilbijartina 2020an de xwe ji pêşbirkê vekişand û bi giştî li Senatoyê bi Demokratan re tevdigere, bi Komarparêzan re tevgeriya û dengê “na” da.
Sanders, diyar kir ku ew li dijî dayîna bi mîlyaran dolar alîkariya bê şert û merc e ji bo hikûmeta Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ku “şerê xwe yê nemirovane” li dijî gelê Filistînê bidomîne. Sanders got: “Mafê Îsraîlê ye ku li dijî Hamasê xwe biparêze. Lê belê mafê wê yê hiqûqî û exlaqî nîne ku bi hezaran mêr, jin û zarokên Filistînî yên bêguneh bikuje”.
Serokê Amerîkayê Joe Bîden di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medya civakî bertek nîşan da û got: “Ev şantajek siyasî ya saf û sade ye”.