Callamard : Rejîma Îranê destdirêjiyê wek çekekê bi kar tîne

Saziya Lêborîna Navnetewî di rapora xwe ya nû de eşkere kiriye ku li gor lêkolînên wan, li girtîgehên rejîma Îranê binçavkiriyên şoreşa “Jin Jiyan Azadî” rastî destdirêjî û binpêkirinên zayendî hatine”.
Saziya Lêborîna Navnetewî, di 6 Kanûna 2023an de raporek 120 rûpelî ya bi navê “Wan bi destdirêjî li ser min kirin” belav kir. Rapor ji serpêhatî û belgeyên 45 kesên binçavkirî yên tevgera “Jin Jiyan Azadî” li Îranê amade bûye ku ji wan 26 mêr, 12 jin û 7 zarok in.
Sekretera Saziya Lêborîna Navnetewî Agnes Callamard, di derheqa binpêkirin û destdirêjiyên li girtîgehên rejîma Îranê yên li ser binçavkiriyên şoreşa “Jin Jiyan Azadî” de gotiye: “Lêkolînên me didin xuyakirin ku hêzên ewlehî û îtilaatî yên Îranê ji destdirêjiya zayendî bigrin heta bi êşkenceyên zayendî, cezakirin û derblêdanên fîzîkî û hundirî li girtiyan kiriye û vê yekê li ser zarokên 12 salî jî bi kar tîne”.
Agnes Callamard, bi teqezî dibêje: “Berpirsên Îranê ji bo çewisandina dijberên xwe zilm û zordariya zayendî, destdirêjîya li ser girtiyan û hemû nirxên li dijî mirovatiyê wek çekekê bi kar tîne”.
Di rapora Amnestî Înternasyonal de hatiye gotin ku dad û dadwerên rejîmê bi bêdengiya xwe li hember wan cînayetan û bi veşartina şikayetên li ser destdirêjiyên zayendî hevkariya kiryarên rejîma Îranê kirine û bi îtîrafên zordarî û êşkenceyan bi darê zorê tohmet û tawan li ser girtiyan sepandine.