Cîhan
Washington li dijî herêma ewle ye

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Matthew Miller anî zimên ku Washington naxwaze Îsraîl li Xezzeyê herêmek ewle çêke.
Miller diyar kir ku Amerîka naxwaze herêma Filîstînîyan piştî pevçûnan biçûk bibe, lê herêma ewle wê bibe sedema biçûkbûnê.
Miller da zanîn ku “Ger herêma ewle ya pêşnîyarkirî di nava Xezzeyê de be, ewê binpêkirina prensîba Washingtonê be loma em li dijî vê yekê ne. Ger herêma ewle di nav axa Îsraîlîyan de be ew nikare ser vê yekê tiştekî bêjin loma ew biryara Îsraîlîyan e”.
Ajansa Reutersê ragihandibû ku Îsraîlê di rojên borî de ji jimarek dewletên Ereb re diyar kiriye ku ew dixwazin Xezzeyê li hêla Filîstînîyan herêmek ewle çêkin da ku êrîş û pevçûn çênebin.