CîhanRojev

Şemxanî ji Kazimî xwest çalakiyên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê rabigrê

Elî Şemxanî Sekreterê Encûmena Asayîşa Niştimaniya Îranê daxwaz ji Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqê kir rê li çalakiyên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê de rabigrê.

Roja sêşem 21.07.2020 Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqê serdana Îranî kir û li gel Ayetulla Elî Xameneyî Rêberê Komara Îslamiya Îranê, Hesen Rûhanî Serok Komarê Îranê û Îshaq Cihangîrî Cîgirê Yekemê Serok Komar û paşê jî li gel Elî Şemxanî Sekreterê Encûmena Asayîşa Niştimaniya Îranê civiya û ji bilî nirxandina peywendiyên di navbera her du welatan, Îraniyan çend peyamek dane Kazimî.

Li beşeke civîna Kazimî û Şemxanî da li gor daxuyaniyên civînê behsa çalakiyên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê ve li ser Îranê kirin. Şemxanî ji Kazimî re got: “Hêviya me ji Hikûmeta Iraqê eweye rêgiriyê li berdewambûna çalakiya wan partiyan bike”.

Şemxanî çalakiyên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi “dijî asayîş” da zanîn û got: “Berjewendiyên her du welatan kirine armanc”.

Back to top button