Kurdistan sîstema kodkirina xaniyan bikartîne

Birîkarê Wezareta Avadankirin û Nîştecîhkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand sîstema kodê bînasaziyê ku Serokê Hikûmetê biryarê li ser da ye, têda kareke girîng hatiye kirin û biryare ji niha pêda ji bo dirustkirina avahiyan bê li ber çav girtin.

Agrîn Abdulah Birîkarê Wezareta Avadankirin û Nîştecîhkirinê ragihand sîstema koda bînasaziyê ku ji aliyê Serokê Hikûmeta Kurdistanê ve biryar li ser hatiye danîn û her yek ji Wezareta Plandanan û Avadankirin û Bajarvaniyê û Desteya Veberhênanê ji bi cîhkirina wê berpirsiyar dibin.

Her wiha got ev sîstem li welatên pêşketî tê bikaranîn, li ber çav girtina cihên hatin û çûnê û çun û serketina kesên xwediyê pêdiviyên taybet û keskatî û kalîteya çîmentoyê û kelûpelên avahî û cihên serketina li ser avahiyê û cihên bîhnvedan û xwarinê û wan hemû tiştan divê li avahiyan da bêne li ber çav kirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: