CîhanRojev

Almanya: Divê tirkiye rêz li yasayên navdewletî bigre

Wezîrê Derveyê Almanya ragihand, eger tirkiye dixwaze peywendiyên xwe yên li gel Yekîtiya Ewrupa berev pêş ve bibe, pêwîste proseya derxistina neft û gaza xwezayî ya li deryaya spî rawestîne.

Heiko Maas Wezîrê Derveyê Almanya li serdaneke xwe ya Atînaya paytexta Yunanîstanê ragihand “Yekîtiya Ewrupa di derbarê derxistina neft û gaza xwezayî ya Deryaya Spî ya ji aliyê tirkiye ve helwesteke xwe yên rûn û zelal heye, pêwîste wê karê rawestîne û rêz li yasayên navdewletî bigre”.

Back to top button