Sempozyoma Seyid Taha Nehrî
Li Colemêrgê (Hekarî) sempozyomek di rojên 24, 25 û 26ên Gulanê de li ser Seyîd Taha Nehrî hate lidarxistin. Sempozyon ji aliyê Zaningeha Hekarî û parêzwerê Hekariyê ve li navenda Çandî ya parêzgehê çêdibe. Serperiştiya sempozyomê ji aliyê nivîskarê Kurd Xalid Sadînî ve hatiye kirin.
Bi dehan profesor û pisporên pêwendîdar ji nava Tirkiye û derveyê welêt beşdar bûne.
Ji Swêdê jî nivîskar û lêlolîner Zeynelabidîn Zinar beşdar bûye. Axaftina Zinarî di roja pêşî, rûniştina duyem de dest pê kir.
Axaftina Zeynelabidin Zinar li sempozyomê
JÎNEWERIYA SEYÎD TAHA NEHRÎ
(…..? – 1852, H. 1269)
Ev zatê wek Heyva Çardeşevî ku li asîmanê Kurdistanê dest bi îsandinê kiriye û welatê me bi ruhniya dadî û xwedayî rewşentir kiriye, mixabin ne diyar e ka ew kengê hatiye dinyayê, lê belê ew di 1853an (H.1269) de li Nehrê çûye ber dilovaniya Xwedê.
Seyîd Taha Nehrî, kurê Mela Ehmed e, Mela Ehmed kurê Salih Gêlanî ye, Salih kurê Şehabedîn e, Şehabedîn jî kurê Îmaduddîn e (wek Qutb-ul Irşad hatiye navdarkirin).
Ev malbat ji gundê “Nehr”ê zêdetir, bi nasnavê “Hekarî”yê jî menşûr bûye.
Malbata Seyîd Taha Nehrî, ji Bexdadê hatiye.
Dema Hulago Xanê (1217-8 Sibat 1265) Hewlêrbezin ê torinê Cengizxanê Mogolî, gava hatiye û Bexdadê wêran kiriye, malbata Seyîd Taha Nehrî, ji ber wehşeta wî reviyaye û hatiye Kurdistanê û li Şemzînanê bi cih bûye.
(Hulago Xanê (1255) ku dayika wî (Sorgatani) û jina wî Dokuz Xatur, ji ber ku Fileh bûne, wî wehşeteke mezin li bisilmanan kiriye. Herweha bi dîtina Hulagoyî, Emewî û Ebasiyan jî pir xirabî bi Mogolan kirine, ji ber hindî wî Bexdad wêran kiriye.)
Roja 13yê Sibata 1258an, dema Hulago Xan ketiye Bexdadê û leşkerên Xelîfe Mu´tesemê Ebasî hemû kuştine, berî kuştina Xelîfe, Hulago kuştina xelkê û wêrankirina bajêr pê daye temaşekirin, hêj Xelîfe kuştiye.
Li gor nameya Hulago Xan ku ji bo Qralê Frensayê Luisê Nehemîn re hinartiye, gotiye ku wî li Bexdadê 200.000 kes kuştine.
Hulago di sala 1265an de miriye û li giraveke di nêv Gola Ormiyê de jî hatiye binaxkirin.)
Seyid Taha Nehrî hêj dema zarûk bûye, xeysetên wî mînabûne yên mezinên kame û tevgera wî mînabû yên rewşenbîran. Ew zarûkekî pir zîrek, zana, tîjîfehm, çeknas, hazircewab, bi terbiye, bîrewer û hevber bûye. Zanîn û têgehandineke wisan derdemî lê hebûye ku ew hawe li ba pir hindik kamilan dihate dîtin.
Çi kesê zana û çeknas, dema Seyîd Taha dîtiye, gotiye ku “wê mirovekî mezin ji vî lawikî derkeve.”
Seyîd Taha Nehrî hêj zarûk bû, di demekurtekê de Qurana pîroz qedandiye û 114 sûretên wê jiber kirine.
Seyîd Taha ji bo xwendinê li hin medreseyên Kurdistanê yên navdar geriyaye û pêşî li medreseya Hewlêr, ya Silêmanî û Kerkûkê xwendiye. Piştre jî ew çûye Bexdadê û li wirê xwendiye. Li Bexdadê şaxên zanistiya Tefsîr, Hedîs, Fiqha Şafiî, zanistiya penî û ya nepenî, herweha ya Fen û vêjeyî jî xwendiye.
Hevdîtinas Seyîd Taha Nehrî bi hîmdarê duyemîn ê Rêçika Nexşebendî gorbihişt Mewlana Xalidê Kurdî re, li bajarê Silêmaniyê û bi riya mamê wî Seyîd Ebdulah Şemzînî çêbûye.
Dema ku Mewlana Xalid cara ewil Seyîd Taha Nehrî dîtiye, gotiye wî: ”Pêşî here ser gora bapîrê xwe Şêx Ebdulqadir Gêlanî, îstîxare bike û hêj were ba min.”
Seyîd Taha Nehrî çûye serdana gora Şêx Ebdulqadir Gêlanî, dîsa vegeriyaye û çûye ba Mewlana Xalid.
Piştre Mewlana Xalid gotiye Seyîd Taha Nehrî: “Xulam Eli Ebdullah Dehlewî çi emek bi min re daye û ez gehandime, ez ê jî eynî wisa emek li te bidim û te bigehînim.”
Di silûka 80 rojan a Seyîd Taha Nehrî de, Mewlana Xalid kevir ji çiyê bi pişta Seyîd Taha dane kişandin, piştre hêj xelîfetî jê re rewa dêraye.
Piştî wê yekê, îcar pişaftina nihênî ya derdemî, ji Seyîd Taha Nehrî re eşkere bûye. Herweha Mewlana wî bi xeysetê “Xelîfeyê Dagirtî” jî navdar kiriye û piştre Mewlana wî hinartiye Berdesorê.
Dema ku Mewlana Xalid Nexşebendî, Seyîd Taha Nehrî bi rê kiriye û Mewlana vegeriyaye, Seyîd Taha Nehrî jî kiriye ku li hespê xwe siwar bibe, lê ha ku dîtiye va ye şêxê wî Mewlana bi zengoyê hespê wî girtiye. Seyîd Taha Nehrî bi şermezarî gotiye: “Estexfîrulah! Ji min zêde ye.” û siwar nebûye.
Lê belê Mewlana Xalid gotiye Seyîd Taha: ”Demekê min ji bo terbiyekirina nefsa te, kevir ji çiyê bi te didane kişandin. Lê îro ez ji bo girêbesta xwe bi malbapa Pêxemberî re, bi zengoyê te digirim. Fermo siwar bibe…”
Seyîd Taha êdî nikaribûye gotina şêxê xwe bişkêne, bêgav maye û siwar bûye.
Piştî siwarbûnê, Mewlana demekurtekê ji Seyid Taha re seyistî kiriye û piştre qema hesê gava daye destên wî, gotiye: ”Seyid Taha, ji niha û şûnde gem bi destên te ye… De here, orxir be û Xwedayê mezin alîkarê te be.”
Seyîd Taha Nehrî, li gor fermana şêxê xwe, çûye li Berdesorê bi cih bûye û îrşad di Rêçika Nexşebendî de kiriye.
***
Demekurtek piştî ku Seyîd Taha Nehrî li Berdesorê maye, mamê wî Seyîd Ebdullah çûye ber dilovaniya Xwedê.
Seyîd Taha jî, dîsa bi fermana Mewlana Xalid ji Berdesorê çûye û li Nehrê, li şûna mamê xwe bi cih bûye.
(Hatiye gotin ku koçkirina Seyîd Ebdullah ji Mewlana Xalid ve eşkere bûye, ji ber hindî Mewlana, nehiştiye ku Seyîd Taha Nehrî here herêmeke dûr, da ew li şûna mamê xwe Seyîd Ebdullah li Nehrê bi cih bibe û irşad bike.
Kiryar û çalakiyên erênî yên Seyîd Taha Nehrî, nayên jimartin.
Seyîd Taha Nehrî, weke di zarûktiya xwe de, herweha di mezinatiya xwe de jî mirovekî xeberxweş, beşerxweş, madxweş, devliken, enîfireh, brûgurr, çavgir û ruyekî mudewer ê sor û sipî lê hebûye. Herweha xwediyê bejneke normal û gelek jî lihevhatî bûye.
Ger bi kurtî bibêjim, Seyîd Taha Nehrî, li navçeya Nehrê van xebatên li jêrê kirine:
– Rewşentiya Rîçika Nexşebendî belav kiriye.
– Ciwanên herêmê bi xwendin û zanînê rewşen kiriye.
– Riya rastiyê nîşanî xelkê daye.
– Aştî û lihevhatin di nava xelkê de kiriye û nehiştiye ku xirabî, nepakî û dilmayîn di nava xelkê herêmê de cih bigirin.
Ha wisa xebata vî zatê pîroz, li herêmê tam 42 sal domandiye.
Seyîd Taha Nehrî, weke rêvebirê zanîngehekê, her roj li Nehrê medreseyên heyî seredor dikir, xwendina dersdar û xwendekaran werbêj dikir û xişûşiya dersdarên medreseyan çareser dikir.
Ha bi van kiryarên pîroz bûne ku navçeya Nehrê, di wan 42 salan de, bûbû navenda camêrî, perestinî, mirovatî, perwerî, fikrî û zanistiyê.
***
Hêj di serê pêşî de bû, ew xebat û berxwedana Seyîd Taha Nehrî, di nava çend salan de hemû erdnîgariya Kurdistanê vegirtiye. Piştre piraniya rêçikên heyî, xwe tevlî nexşeriya Rêçika Nexşebendî kirine.
Demek hatiye êdî Kurdistan ji xebata Seyîd Taha Nehrî re teng hatiye dîtin. Seyêd Taha êdî belavkirina îrşadê, xasma jî Şaxê Xalidiyeyê, bi welatên cuda ve hinartiye. Xasma jî bi aliyê Çiyarêzên Qefqasê, Azerbêcan, Anatoliya û bi Misrê ve hinartiye.
Hin ji xelîfeyên Seyîd Taha Nehrî yên navdar, ev in li jêrê:
– Seyîd Mihemed Sâlihê Biraderî
– Seyîd Sıbgatullah Arvasî,
– Seyîd Fehîm Arvâsî,
– Seyîd Abdülehed
– Muhemed Küfrewî
– Şêx Taha (Xelîfe Kose)
– Mele Resûlê Sibkî
– Mewlana Hecî Hekarî
– Süleyman Bradostî
– Mele Mihemed Xoşabî
– Şêx Ehmed Meczûbî
(Bêguman Şêv Ebduselam Berzanî yê Yekem -mirin 1872- çendî ku şagirdê Seyîd Taha Nehrî bûye û li ba wî xwendiye, lê belê Mewlana Xalid bi xwe xelîfetîya Nexşebendî daye Şêx Ebduselam Berzanî.)
Seyîd Taha Nehrî herweha bavê çar kuran bûye jî:
– Seyîd Hebîb
– Seyîd Mehmûd
– Seyîd Elaedîn
– Seyîd Ubeydullah (Seyîd Ebdulqadir)
Xwedayê mezin çendî ku bereketa xwe li ser Seyîd Taha Nehrî bêkêşan û bêpîvan werkiribû, herweha li ser Nehrê jî eynî wisan ew bereket dabû barandin.
Wê demê gundê Nerê 1.700 malbat bûye. Xwarin di malên gundiyan de nedihate pijandin, gundî tev li tekyaya Seyîd Taha Nehrî xwarine û vexwarine.
Piştre gundê Nehrê ku wê demê 6.000 kes lê akincî bûne, ji dilkêşana xwedayî re bûbû navendeke wek baxçeyên Îremê û hemû çînên mirovan, wek bilbilên evîndarên texlîtên gulan diçûn wirê, para xwe ji dilovantî û bereketê ji şan û şademantiya Seyîd Taha Nehrî werdigirtin.
Êdî ne tenê xelkê ji rêzê, lê siltan û şahên herêma Rojhilata Navîn jî ketibûn tavila wergirtina bereket û berê adana Seyîd Taha Nehrî.
Yek ji wan jî Şah Mihemedê Îranî bûye ku di xewna xwe de Seyîd Taha Nehrî dîtiye û bi wê xewnê bûye ehlê Sunet û cema´etê û alîkarî jê daxwaz kiriye.
Çendî ku vê Şahê Îranê du gund wek diyarî dane Seyîd Taha Nehrî jî, lê belê vî zatê pîroz ew diyarî nepejirandine.
Ebdulmecîdê Siltanê Osmanî jî rêzgirtina xwe ji bo Seyîd Taha Nehrî daye xuyakirin û xwe pê ve besterê kiriye.
Herweha Komara Tirkiyê jî xelateke mêjûyî daye Seyîd Taha Nehrî. Lê ez ê behsa wê li dawiya xaftina xwe bibêjim.
Li gor zagona jiyanê, devera ku jidayîkbûn lê hebe, helbet wê mirin jî lê hebe. Ev hawe ji bo Seyîd Taha Nehrî jî yeklê bûye: Sal 1853, danê êvarê, dema esrê, Seyîd Taha Nehrî, koça dawîn ji vê dinyayê kiriye.
Her sal, heta niha jî, bi hezaran kesên bawermend, ji çarmedorê welêt ve tên serdana gora Seyîd Taha Nehrî û xwe bi bîranînên wî zindîtir û şêntir dikin.
Seyîd Taha Nehrî bi riya Şêx Ebdulqadirê Gêlanî ku jê re dibe bapîrê yazdehan, ji azbata Pêxemberê me Muhemed e xxxl.
Ew gundê Nehrê ku demekê wek şaneşineke bihiştê bû, niha tora ava vexwarinê jî lê tune, poste lê tune û mala leşsaxiyê jî tune.
Xwişk û birayên dilovan!
Hûn dizanin Komara Tirkiyê, xasma jî rejîma Kemalîzmê, çi diyarî daye vî zatê pîroz?
Ew xelata mezin a dîrokê ku dane Seyîd Taha Nehrî, ev bû: Dewletê di 1925an de neviyê wî Seyîd Ebdulqadir tevî Seyîd Mihemedê kurê Seyîd Ebdulqadir (27 Gulan 1925) li Diyarbekirê xeniqandine.
Bila rihê wan şehîdan jî şad be…
Spas ji bo guhdariya ku we li min kir…
Her şad û bextewer bin…
Zeynelabidin Zinar
[email protected]