200 dikan şewitîn

Jiber sedemeke nediyar agir bi dikanên kinc firoştinê li nav Bazara navenda Bajarê Dihukê de ket û di encam de du welatî birîndar bûn.

Berpirsê hêzên di hawarhatinê yên Bajarê Dihukê diyar kir ku, duhê bi şev bi sedemeke nediyar agir bi dikanên kinc firotinê li navberasta Bajarê Dihukê de ketiye û piştî 6 saetan hêzên hawar hatinê karîne ev agira han kontrol bikin.

Çavkaniya han eşkere kir ku, hevdem ligel birîndar bûna du wlatiyan zêdetir ji 200 dikanên welatiyan jî hatine şewtandin.

Nerîna min :