Polîtîk

Semînerel li Sêrtê

Îro semînerek bi beşdariya Zeynelabidin Zinar li bajarê Sêrtê hebû. Semîner li Navenda Çandê (Kultur Merkezi) saet 17.00 dest pê kir. Guhdarên semînerê li dora 120 kesî bûn û piraniya wan ciwanên zanîngehan bûn. 

Pênc nivîskarên ciwan (Selami Esen, Gülten Kahraman, M. Hêja Kayran, Abdullah Guren û Mesut Fîdar) li ser berhemên xwe axivîn. Li dawiyê Zinar piştî silav û rêzmendiya ku ji bo komîteya amdekar pêşkêş kiri, îcar li ser van babetên li jêrê axivî:
– Giringiya nivîsandinê di jiyana netewî de. 

– Giringiya zimanê nijadî û dilqê nivîsandinê…
– Ziman, rihê nijadî ye (ne rûmet e).

– Her zimanek, ayetek ji ayetên Xwedê ye.

Herweha li ser giringiya nivîsandina bi zimanê Kurdî û sûda wê di pêvajora mêjû de ku çi dilq dide domandin.

Gelek endamên ragîhandina herêmê û hin kanalên televizyonê digel Ajansa Anadoluyê jî semînerê dişopandin.

Rojeva Kurd Sêrt 05/ 06/ 2014

Back to top button