Polîtîk

Atalay pişgiriya daxuyaniya Ocalan kir û HDP rexne kir

Li Diyarbekirê Ak-Partiyê di derbarê “Pêvajoya Çareseriyê“ de civînek li darxist.

Di civînê de cîgirê serokwezîr û koardînatorê pêvajoya çareseriyê Beşîr Atalat û wezîrê navxwe Efkan Ala amadebûn heryekî axavtinek kir.

Cîgirê serokwezîr Beşîr Atalay di axavtina xwe de got:  Ji berî hertiştekî em dixwazin di vê pêvajoyê de Tirkiye normalize bibe. Wek hukumetê me gava yekem rewşa awarte rakir. Me muhasebeyek li derbasbiya Cumhuriyete Tirkiye re kir. Me şoreşek bê deng pêkanî vê yekê 11 salan dewam kir.

Atalay di berdewama axavtina xwe de got. Me gelek risk girtin ji bo gavên ku tavêjin. Ji bo pêvajoya çareseriyê em 6 mehan xebitîn piştre me ji bo Raya Giştî eşkere kir. Em bi cesaret û baweriyekî vê pêvajoyê berdewam dikin.

Atalay da xuyakirin ku ; Ew niha jî ji bo tiştên bêne kirin projeyekî amade dikin.

Atalay di vê derbarê de got: Pêwistiya me pişgiriya xelkê herêmê heye.Civak dibîne ku mirov bi şîdetê nagihe cihekî.  Em wek partî jî jib o serkevtina pêvajoyê xwedî biryar û îradene.

Di dawiya axavtina xwe de Atalay got: Çalakiyên ku rêya dibirin  zererê dide pêvajoyê. Heyeta ku ji Îmralî vegeriyan daxuyaniyên erênî anîn. Em van daxuyaniyan gelek baş dibînin. Lê hinek ku hatin hilbijartin, daxuyaniyên ne baş didin.  Rêxistin pêvajoyê de ji kesên hatin hilbijartin erênîtire.

Di pirsgirêka  greva dayin ka de uslubê HDPî ne tu uslube.  Divê evên hilbijartî wek parlementerên HDPê û hinek şeredariyan haj uslubê xwe hebin.

Back to top button