Semînerek

Îro semînereke nivîskar û lêkolînerê Kurd a Zeynelabidin Zinar li Pirtûkxaneya Kurdî a Stockholmê saet 14.00 desp pê kir.
Gelek rewşenbîr, Tv. û zanayyên Kurd beşdar bûne.
Naveroka semînerê li ser van babetan bû:
. Medresya Kurdî û 114 berhemên ku tê de dihatin xwendin.
. Jiyana Zeynelabidin Zinarî û xebata wî ya li ser ziman û Çanda Kurdî û 1.710 babetên Folklorî ku wî bi dest xistine û wek pirtûk weşandine.
. Ji 1985an hetanî Newroza 2025an ku 148 pirtûk bi navê wî hatine weşandin.
. Ji sûdê zêdetir xetera YouTube, Instegram û TikTokê ku meselok û leqemok û berhemên kurdî bi Zimanê Tirkî têne weşandin…
. Giringiya xwedina çîrokên folklorî ji aliyê zarûkên Kutdan ve…
Semîner saet 16.00 bi çoşeke xweşhalî bi dawî bû.
Em jî wek Rojeva Kurd ji nivîskarê xwe re serkeftin dixwazin.
Rojeva Kurd / Swêd.
29/ 03/ 2025

