Semîner li Medreseya Medîneyê
Nivîskar û lêkolîner Zeynelabidin Zinar di bihara vê sala 2014an, dest bi birrek semîner û konferansên li ser Ziman û Çanda Kurdî li Bakûrê Kurdistanê kiriye.
Çewa ku tê zanîn semînera wî ya pêşî heftiyek berê li bajarê Sêrtê, çend roj berê konferansek û semînerek li Zanîngeha Çewlikê, piştre semînerek li Zanîngeha Mûşê, îro jî semînera wî li Medrseya Medîneyê bû.
Semîner li avahiya Medreseyê dest pê kir. Temaşevanên semînerê tenê xwendekarên Medreseyê bûn.
Naveroka semînerê bi giranî Neteweyê Kurd, Zimanê Kurdî û Medreseya kurdî bûn.
Medreseya Medîneyê
Li bajarê Tetwanê medreseyek û mizgeftek bi navê ”Medîne” hene. Di 1990î de ev medrese û mizgeft bi pêşengiya Mele Nîzamedîn hatine avakirin. Medrese bi awayekî rêkûpêk tê domandin,
Di medreseyê de computer û Internet jî hene. Youtub (www.youtube.com/watch?v=gMJJZn0H52c) û Facebook (https://www.facebook.com/…/) jî tên bikaranîn û malpera wê (www.tatvanmedinemedresesi.com) jî heye.
Capasiteya Medreseyê, ji bo 50 xwendekaran e. Cihê ku xwendekar lê radizin bêkêmasî ne, şîlan (mitbex), serşo, avrêj û makîneya cilşoyê jî tê bikaranîn. Karmendek ji bo çêkirina xwaribê heye. Lêçûya medreseyê ji aliyê Komeleya Medreseyê ve tê dayîn, herweha xwedîxêr jî alîkariya xwe nahêvişînin.
Niha 30 xwendekar lê hene. Ev xwendekar hem dersên medreseyê û hem jî yên xwendegehên tirkî dibînin.
Her hefte semînerek li Medreseya Medîneyê tê dayîn. Herweha gotar li ser dersên ku têne xwendin li malperê têne belavkirin.
Sal 2013, 19 xwendekarên Medreseyê dema destûrname wergirtine, şahiyeke mezin hatiye lidarxistin û agahdarî li serê bi kurdî, tirkî û erebî hatine belavkirin.
Li Mizgefta Medreseyê jî, xutbe û we´z bi kurdî û erebî têne dayîn. Hêjaye bê gotink u ev e sê sal in xutbe bi kurdî tê xwendin.
Em jî wek Rojeva Kurd serkeftin ji medreseyê û ji xwendekar û dersdarê wan re dixwazin.
Tetwan 21/ 03/ 2014
Rojeva Kurd