Hewildana Partiyeke Kurdistanî(HPK) li Amedê  di şeva 20 adarê de,bi beşdariya nêzî  1500 kesî  ,bi coşeke mezin Newroz pîroz kir.
Li Amedê di Salona Demirokê de pîrozbahî hate li darxistin.Di Seet 18.00 an de li baxçeyê derveyî salonê de bi pêxistina agirê newrozê û bi govendê,pîrozbahiyê dest pêkir.Di seet 19 an de bernameya newrozê li gel sirûda neteweyî,’’ey rqaîb’’ ê  bi rêz girtina şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir.

Paşê li ser navê HPK ê DR.Salih Özgökçe axaftinek kir.Dr.Salih Özgökçe, di axaftina xwe de bi kurtayî  behsa Newrozê û pêvajoya îroyîn kir.Dr.salih Özgökçe weha got:’’ Çawa ku  Newroz navê  serîhildana li himber zilm û zordariya Dehaqê xwînxwar e,îro jî agirê Newrozê her li himber Dehaqên nuh ji bo azadiyê  geş dibe….. Miletê me pêwistiyeke pirr mezin bi pirrdengiyê,bi pirrengiyê, bi demokrasî û bi azadiyê he ye.Ji bo ku pirrengî  bikaribe reh  û şaxên xwe bera her zevî,deşt  û geliyên welatê me  bide,divê xebateke bê westan, xebateke xurt ku  hêza xwe ji siyaseta xwe ya paqij û ji ked û emek û lêxwedî derketina miletê xwe distîne bê meşandin. Her weha pêwistiya miletê me bi yekitiyeke neteweyî, ya ku doza Kurd û Kurdistanê bi pêşde bibe he ye…..

Tu xebat û têkoşîn bêyî kok,bêyî tarîx ,bêyî paşeroj nikare dahatûya miletê xwe avadan bike.Miletê Kurd eve ji dused  salî zêdetir e ku bi berxwedan û serhildanan, jibo hebûn û azadiyê  têkoşîneke bi bedelên giran tijî didomîne.

Îro  têkoşîna azadî û serfiraziya Kurd û Kurdistanê li her çar perçeyê welatê me jî  berdewam e…

Li Bakurê welatê me,em rêz û hurmetê ji ked û emeka hemû şehîd û emektarên doza Kurd û Kurdistanê digirin.Destkeftinên heyî destkeftinên me gişa ne.Em li dijî siyaseteke li ser esasê dijmanatiyê were hûnandın in.Lê ji bo miletê me li ser axa xwe bi awayekî azad bikaribe xwe bi xwe îdare bike,ji bo Kurd jî bibin dewlet,divê em kırasê biçûk yê  yek rengî û yek partîtîtî yê ,li miletê xwe nekin.Divê em doza miletê xwe nekin qurbanê taktîkên rojane.Divê em mêzîna siyasetê li gor hin berjewendiyên şexsî  û grûbî têk nedin.Divê em hurmetê li keda herkesî  bigirin. Divê em tarîxê ji xwe destpênekin,bi xwe jî neqedînin Divê em xebata  dehan salan ya li ser esasê rêxistinbûn û siyaseta Kurdistanî şêlû nekin.

Werin em li dengê xwe xwedî derkevin,em li keda xwe xwedî derkevin…em li dahatûya xwe xwedî derkevin…werin ji bo Kurd û Kurdistanê em  dev ji hemî berjewendiyên şexsî,grûbî yên teng berdin…werin em  bi hev re ji miletê xwe re ,ji welatê xwe re rêyeke nû vekin.

Ji bo serkeftina miletê me,pêwîstî  bi siyaseteke rast,bi şexsiyet,demokrat,Kurdistanî û bi xwe bawer he ye…em dibêjin em bi hevre,bi xebateke çalak dikarin vê pêwistiyê pêk bînin…

Belê  werin em Newrozê bikin destpêka hêvî û siyaseteke nû.’’

Piştî axaftina DR.Salih Özgökçe,şevê bi stranên Koma Katre,Sebahattin Xoce û Nilufer Akbal heta 23.00 yê şevê bi govend girtinê û bi coşeke mezin dewam kir.

Dezgeh û partî û rêxistinên beşdarî şevê bibûn ev bûn:Li ser navê Platforma Demoqratên Kurd (PDK)Baran Hemze ligel  heyetekê,Serokê HAK-PAR ê yê şaxê Amedê Vasıf Kahraman,Berendamê Şarederaiya Amedê yê HAK-PAR ê Sevgi Çelik Moray,Li ser navê İnsiyatifa Azadî Adem Özcaner,li ser navê Diyaloga  Dicle-Firat ê Muhittin Batmanli,Tevgera Civanên Kurdistanê, Tevgera PNDK,  Partiya Yekitiya Kurd li Suriyê. Serokê Komeleya Karsazên Rojava û Başûrê  Rojava(DOGUNSIAD) Şahismail Bedirhanoglu,Serokê organîze sanayî ya Diyarbekirê Beşir Yılmaz,Serokê Komeleya Navenda Kulturî ya Kurd ya Sêwerekê Adnan Özbingol,Serokê Federasyona Komeleyên Rojava û Başûrê Rojava A.Hekim Daş,Serokê Cemiyeta Rojnamevanên Mezopotamya Cemil Gundogan,Komeleya Kelepîr Li Slêmaniyê,Komela Jinên Kurd Li Afrin,,.Ji Elmanya jî Serokê HEVKAR ê M.Ali Yıldırım mesajek pîrozbahiyê şand.
Şev bi awayekî serkeftî derbas bû…..

Komîteya Rêveberiyê ya HPK ê

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: