
Di destpêka îsal da, sala 2019ê, xelkê devera Şêladizê ji bo nîşandana nerazîbûna xwe li dijî bombebaran û topbaranikirina devera wan ji aliyê dewleta tirkiyê ve, xwepêşandaneka aram û bi aşitî kir, di dema birêveçûna xwepêşandanê da araseta wê hat guhertin û beşek ji xwepêşanderan çûne ser baregayê leşkerê tirkiyê û ew barega şewitand.
Mediya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hemû saziyên ragehandinê yên ser bi wê û terefdarên wê pêleka ragehandinê ya berfreh dest pê kir û ew bûyera li Şêladizê qewimî bi “serhildan” li dijî Tirkiyê û desthelata başûrê Kurdistanê bi nav kir. Mediya PKKê û sîbera wê bang li xelkê başûrê Kurdistanê kir ku wê “serhildan”ê li dijî dewleta Tirkiyê berdewam û berfireh bikin.
Eve ji aliyê siyasî û cemawerî ve, ji aliyê xebata çekdarî jî ve, PKKê meydana xwe ya rasteqîne ya şerê çekdarî, xebat û tekoşîna li dijî desthelata Tirkiyê ku bakurê Kurdistanê ye çol(vale) kiriye û hemû hêza xwe ya çekdarî veguhastiye başûrê Kurdistanê û dixwaze li başûrê kurdistanê “şerê” Tirkiyê bike.
Bi rastî dema mirov vê tabloya siyaseta PKKê li ber çavên xwe dideyine, mirov ‘ecêbmayî dibe. PKK partiyek a bakurê Kurdistanê ye û hemû cemawrerê wê partiyê li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê ye. Lê dixwaze li başûr “serhildan”ê li dijî Tirkiyê bike.
Herwesa ji aliyê leşkerî û çekdarî jî ve, şanoya xebata wê ya çekdarî bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ye, lê wê hemû hêza xwe ya çekdarî li başûrê Kurdisanê, li herêmeka azad û xwedî desthelat û hikumet, serferber kiriye û dixwaze ji başûr şerê Tirkiyê bike.
Ev tabloyek serûbine.
Her sê şaredarên ji kar hatîne dûrxistin
Di van çend rojan da rjêma Tirkiyê sê şaredarên bajarên mezin yên bakurê Kurdistanê; Diyarbekir, Wan û Mêrdîn ji kar avêtin û qeyum li chê wan danan. Ew her sê şaredar ji aliyê xelkê wan bajaran ve hatibûn hilbijartin lê li roja qewmînê kes li wan nebû xwedan. Ew xelkê li her sê bajaran derketîn kolanan û xwepêşandan kirî û nerazîbûna xwe li dijî briyara dewleta Tirkiyê nîşan dayi hemû bi hev re hindî cemawerê Şêladizê nebû.
Ev jî îflasbûna PKKê û HDPê li bakurê Kurdistanê nîşan dide.
2019.08.29
Nûçe/analîz
N.H