Tu bingehê leşkerî ya Îsrail li Kurdistanê tuneye
Li ser hinek nûçe û gotinên ku di medya Iraqî de hatîn belav kirin , hukumeta Herêma Kurdistanê daxûyaniyek belav kir. Hatibû gotin ku binhehek leşkerî ya Îsrail li Kurdistanê heye û fermendarê wê jî generalek jin e.
Li ser vê yekê hukumeta Herêma Kurdistanê da xûyakirin ku, ew bi temamî vê nûçeyê re dike û tu rastiyek ji vê yekê re tuneye.
Berdevkê hukumeta Kurdistanê di vê derbarê de dibêje: Li hin kanalên medyayî yên Iraqê, îdiaya hebûna serbazgeheke Îsraîlê li Hewlêrê hatiye kirin, ku qaşo generaleka jin birêve dibe.”
Berdevkê hukumetê Cotyar Adil got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevahiya wan nûçeyan bêbingeh red dike. Em di vê baweriyê de ne ku ew tenê propagandayeke siyasî ya bênirx e û armanca wê ji rê derxistina rastiyan e ji bo qazanc û destkevtên kesî.”