Civak
Sekreterê PYDK li Surî çû rehmetê
Berpirsê peywendîyên Partîya Yekîtîya Demokrata Kurd li Sûriya yê li herêma Kurdistanê di vê derbarê de ji PNA re da xuyakirin, ku îro di demjimar 13.00- ê piştî nîvro de, Ismaîl Umer çû ber dilovanîya Xweda.
Li gora gotina berpirsê peywendîyên Partîya Yekîtîya Demokrata Kurd li Sûriya, Ismayîl Umer li nexweşxaneya niştimanî ya li bajêrê Qamişlo, bi egera celteya mejî çû ber dilovanîya Xweda.
Dê sibe termê rehmetî Isdmail Umer li bajarê Qamîşlo bê weşartin.
Ismayîl Umer 65 salî bû û ji sala 1988 ve sekreterê Partîya Yekîtîya Demokrata Kurd li Sûriya bû.