Hevpeyvîn

Serokwezîr ji wezîrên xwe neraziye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Ehmed Salih, derbarê Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî de ku gelek caran di medya de wek hevrikê hev tên nîşan dan, got: ‘’Ji xeynî dû hevalên siyasî, em biraderên şexsî ne. Herwiha bo dîrokê dibêjim yekem kes ku daxwaz ji min kir vegerim Kurdistanê bo serokatîkirina hikûmetê kak Nêçîrvan bû.’’
 
Derbarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî Dr. Berhem da zanîn ku proseya yekxistina herdû îdareyên berê yên Hewlêr û Silêmaniyê di çarçoveya hikûmeteke yekgirtî de hê ‘’maye’’ û dibêje: ‘’Heta niha ger bipirsî Hikûmeta Herêma Kurdistanê yek hikûmet e dibêjim na.’’ Serokwezîr Berhem Salih, ew yek jî eşkere kir ku ji karê hemû wezîrên kabîneya xwe nerazî ye û got: ‘’Li gor min ger hindek ji wan tê de nebûna baş bû.’’ Lê navbirî navê wan neanî ka kîjan wezîr in.
 
Di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih, derheqê wêya ka gelo ji karê hemû wezîrên kabîneya xwe razî ye wiha axifî: ‘’Nexêr. Lê ev ne hikûmeta Dr. Berhem bi tenê ye. Hikûmeteke koalîsyon a çend partiyan e, YNK û PDK bi dereceya yekem. Di hilbijartina hinek wezîran de me karî wê pîvanê deynin ku pêwist e liberçav bê girtin, hinek ji wan min dixwest kesên din di şûna wan de bûna.’’
 
Berhem Salih, da xwiyakirin ku ligel cîgirê xwe Azad Berwarî tu pirsgirêka wan a bi hev re guncanê tune û wiha pêde çû: ‘’Berî ew hikûmet pêk were tu diyalogeke me ya wiha tune bû, lê belê kak Azad mirovekî rastgo ye, me kariye bi hev re kar bikin. Di pêkanîna hikûmetê de, ji wê rewşa me dest pê kir heta niha ruhê tîm ligel kak Azad û hevalên me yên din li Civata Wezîran kurtir bûye.’’
 
Serokwezîr ew yek jî red kir ku ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve desthilatên wî hatibin binpêkirin û domand: ‘’Bi wijdan dibêjim di vê rewş û tevlîheviyê de ger piştîvaniya kak Mesûd nebûya pir zehmet bû me bikarîba karên baş bikin. Herwiha li gor Yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê komelek desthilat û rolê diyar ê Serokê Herêma Kurdistanê kak Mesûd heye, ji xeynî wêna jî kak Mesûd xwedan pêgeh, wezna siyasî, têkoşan û dîrokeke diyar e. Rojek ji rojan min hest nekiriye pirsgirêkeke me hebe, pirsgirêk jî hebûbe bi wî re axifîme, ji piştîvanî û hevkariyê zêdetir jî min tiştekî din nedîtiye.’’
 
Derbarê astengên li pêşiya hikûmeta xwe de jî Berhem Salih nerînên xwe wiha anîn ziman: ‘’Li welatê me rastiyek heye û ez xwe jî venaşêrim, dû navçeyên desthilat hene ku yek ji wan navçeya desthilata YNKê ye û ya din jî navçeya desthilata PDKê ye, evna jî wek dû îdare bû, di salên borî de me hewl daye van herdûyan bikin yek hikûmet. Heta niha ger bipirsî Hikûmeta Herêma Kurdistanê yek hikûmet e dibêjim na, hê maye bo wêya bi tevahî û yek carî hikûmetê bikin yek.’’

Back to top button