Civak

Parêva Botan li Xwaringeha Sêrtê li Zaxo

zaxo_447270402.jpgYek ji xweştirîn û taybettirîn xwarina herema Botanê Parêv (Buryan) êdî li Xwaringeha Sêrt a li Zaxo tê çêkirin.

Parêv çiye?

Parêv (Buryan) xwarinek ji herema Botan e. Ji ber ku ev xwarin demeke gelekî dirêje tê çêkirin û xwarin kesek nizane kengê û çawa hatiye çêkirin. Lê hê di dema Mîrekên Botan de, li herêma Botan di dawet û şahiyan de gelek pez dihatin serjê kirin û ji bo parêvê dihat amade kirin. Di wê demî de li tenûrên biçûk de dihat çêkirin û ji bo mêvanên dawetê dihat pehtin. Niha jî ev xwarin li herema Botan tê çêkirin. Ji ber vê yekê jî gelek kes dibêjin ev xwarin di dema Mîrekan de û ji bav û kalên Botan ve hatiye çêkirin û xwe gihandiye heya dema me.

Çawa tê çêkirin

Beriya rojekî goştê ji cem qesab hatiyî amadekirin, tînin li çengelan ve dialiqînin û spehî dişon. Paşê wî goştî dihêlin heta sibê da goşt piçekî rehet bibe. nîvê şevê seet duduyan de tên tenurê bi darên hişk buyî pê dixin. Heta ew agir dibe pêlux, heger tenur zehf germ bu be, qederê deh deqiqan disekinin heya tenur piçekî sar dibe. Dema tenur sar bî pêşî goştên hestî ku di nava taxar (qazanek mezin) de ye û hinekî av jî ber didin ser taxar û paşê taxar têxin nava tenurê paşê jî goştê bê hestî ku çengelan ve daliqandiye dadihelînin nava tenurê. Paşê qapaxa tenurê datînin ser, derdora qepaxê jî pê heriyê ji xwelî hatî çêkirin derdora qepaxê têxistin da ku tenur hewa nastîne. Li gorî goşt êdî ka goştê berxa be, an jî goştekî bi dohn be li gorî wî goştê nazik dihêlin nava tenurê. Her goşt nabe parêv, divê goştê berxa be û goştê herî spehî be. Zivistanê wextê payizê paşî goştê Hevuriyê xesî tê çêkirin. Ew goşt êdî spehîtir çêdibe. ji bilî pezê Hevuriyan ji van jî tê çêkirin. zivistanê berx tunin, ji kavira çêdikin. Payîza paşide ji Gîskan jî tê çêkirin.

Çawa Dipije

Sadıq Usta (Hostayê parêvê yê xwaringeha Sadıq Usta 48) “Wextê me tenur berdayê û taxara xwe xist xwarê goştê xwe em dadihelînin nava tenurê û qepaxa tenurê em digrin. Dimîne herî kirina wî yanî xweliya wî. Herîya ji axê li ser qapaxê wê çênabê divê illeh ji herîya xwelîbe. Ne xwelî be herîya ji ax dişeqite lê xwelî dema zuwa dibe wekî tehtê lê tê û ji tu derî hewa nastîne. Ew goştê di nava tenurê de ji berk u hewa nastîne di nava wê germiyê de dibeece û dipije.”

Taybetmendiyên Tenurê

Tenura parêvê 3 mitro kûr e, mitroyek jî firehe, ji tu deveran ve nefes nastîne. Wekî nefes bistîne goşt tê de baş napije derdora tenurê tev xwê ye û ji xwê hatiye çêkirin. Dema tenur çêdikin derdora wê tije xwê dikin. Dema ew xwê hişk dibe, wekî tehtê lê tê û ji tû deveran ve nefes nastîne. Eger tenûr nefes bistîne, wî çaxî goşt baş napije û tû germahî nade goşt, ji ber ku ew bi hêlma di hûndirê tenurê de bela vela bibuya. Li her derê wê tê girtin ji tu deveran nefes nastîne û ew goştê di hundirê tenurê de dibeece. Tama goşt tu deveran ve naçe, tama goştê dîsa di nava xwe de dimîne. Lezzeta goşt dernakeve ji derveyê tenurê, lezzeta goşt çi hebe dimîne nava goşt de. Dema em qapaxê tenurê vedikin gelekî hêlm li ser tenurê derdikeve. Parêv bi tenê sibeha û nîvro ya tê xwarin. Ji ber ku xwarinek girane, bi şevan mirov pê rehet nabe û ji bo vê yekê jî ev xwarin bi şevan nayê xwarin. Parêv bi kiloyan tê firotin, sed gr goşt an jî parêv têra neferek dike. Ji xwe bi tenê sibeha û nîvroya tê serwîs kirin û firotin. Li ber xwarinê re dew, salata tirşî û îsot jî tê xwarin.

Xwaringeha Sêrt li Zaxo li kuye?

Xwaringeha Sêrt li Zaxo li ser rêya dergeha gumruka Îbrahîm Xelîl ya Zaxo û tenişt yarîgeha topapiyê ye…

 

Back to top button