Dosya

Çîroka "Keştiya Kurdistan"

Çîroka keştiya(papur) Kurdistanê ku li dawiya dewleta Osmaniyan de hatibû çêkirin.
Di dema Abdulhamîdê duyem de ku dewleta Osmaniyan pêvajoya xwe ya dawî dijiya, li dijî dewletên Ewrupî ku pêvajoya têkçûn û rûxandinê rawestînin, hem rêxistinên olî û hem jî rêxistinên medenî hatibûn damezrandin. Ji bilî rêxistina Cemiyeta Hayriye-I Islamiye ya olî rêxistineke dinê bi navê Donanmayi Humayun hatibû saz kirin.

Dewleta Osmanî piştî ku li gel bi destdana axên xwe, desthilata xwe ya deryayî jî ji dest bide, li wê pêvajoyê de Abdulhamîdê duyem ji bo axa xwe û desthilata xwe ya deryayî biparêze pêdivî bi deryageh û deryavanên bi hêz hebû. Ji bo vê deryagehê jî saz bike pêwîstî bi aboriyeke bi hêz hebû. Dewleta Osmanî ku li nav pêvajoyeke qerzdariyê de bû, ji bo danîna wan qerzan dezgehek bi navê Duyun-I Umumi saz kiribû. Gelek dahatên bacî yên dewletê ji aliyê vî dezgehî ve ew qerz dihatin dayîn.

Ji ber van hoy û sedeman jî Osmaniyan, ji bo pêkanîna projeyên mezin pêdivî bi alikariya aboriya gelên bin dest hebû. Di belgenameyên Osmaniyan de hebûna Kurdan jî li alîkariyên bi vî awayî de derdikeve pêş. Projeya rêya hesiniya Hicazê jî bi vî awayî hatibû encamdan û bi hêzkirin û nujenkirina deryageha Humayun de jî serî li vê rêyê dabûn. Projeya rêya hesiniya Hicaz ji aliyê dewletê ve hatibû sazkirin û projeya deryagehê jî ji aliyê dezgeheke dewletê ve dihate birêvebirin. 

 
Ji bo bangên alîkariyên deryagehê ku ji Stenbolê hatibû kirin, encamê de ji gelek deverên Kurdistanê alîkariyên diravî hatibû komkirin. (B.O.A.DH.EUM.THR. 22/30–67/17—77/8—79/30—83/49.)

Diravên ku ji bajarên wekî Diyarbekir, Erzirum, Wan, Mamuretu’l-Aziz (Elezîz), Betlîs, hate komkirin dê wê geştiya ku bihata kirîn navê wê herêmê jî bihata binavkirin. Ew keştiya ku ji diravên Kurdistanê hatibû komkirin biryar dan ku navê keştiyê jî bikin “Keştiya Kurdistan”. (Hejmara Belge, B.O:A: İ.D.H.13629.)

Wêneya Keştiya Kurdistan
Wêneya keştiya Kurdistanê ku li sala 1895 an de hatiye girtin:

 

Built:1895
Post Card: 1929
3036 Tows Gross
Original Post Card at: Sara’s Archive Center

(Jêder û Çavkanî: saradistribution.com)

Back to top button