Sekreterê Partiyeke Rojhilatî: Ewê radestî Îranê kir, ew bikujê serekiye
Sekreterê partiyeke Rojhilat: Grûpekî nav YNK dergehê ji bo terorkirina kesên dijî Îranê kirine
Selam Zîcî Sekreterê Şuraya Rêberê Partiya Sosyalîsta Şoreşgerê Îranê li hevpeyvîneke taybet li gel rojnameya “Uşe” de behsa wê yekê dike ku Îran li Silêmaniyê planan datîne û bi cîh dike divê xelkê Kurdistanê bi tundî dijî van cûre karan rawestin. Her wiha dibêje diviya YNK li serî de wê karê xwe yê şaş ya grûpekî nav partiya xwe de eşkere gotibûya.
Zanyariyên we di derbarê girtin û radestkirina Mistefa Selîmî heye?
Dema nûçeya radestkirina Mistefa Selîmî ji aliyê hêzên Asayîş ve li sînorê Pênciwên gihîşt me ku bi biryara çend kesekî nav YNK wê karê kirine, em dilgiran kirîn, neku ji ber wê yekê ku ev rûdan li wê sînorê cara yekem bê, belku ji ber ku ev karê beranber Kurdekî Rojhilat hatiye kirin, bi hevkariya YNK komara îslamî kariye xelkekî zêdeyên dijî xwe teror bike. Li Îran nerazîbûn gelek heye û li neh bajarên Îranê zîndanî dest bi şoreşê kirine. Li zîndana Seqiz jî Mistefa Selîmî û 70 hevalên wî ji zîndanê rizgar bûn. Lê mixabin Başûrê Kurdistanê dergehê mirinê ji bo Selîmî vekir. Hemû ew zanyariyên di derbarê wî ve hatin belav kirin ku nehatiye Başûr ne rastin û ji bo xwe veşartina ji wê tawanê wan zanyariyan belav dikin. Êş û azara Selîmî û li sêdaredana wî dikevê stûyê wê grûpa nava YNK ku xiyaneta 16 ê Cotmehê (oktoberê) kirin.
Ji bo çi li nav wan hemû rûdanan de, dosyeya Selîmî dengvedaneke mezin li gel xwe anî?
Raste komara îslamiya Îranê bi xwe destê wî herdem xwînaviye li kuştin û sêdaredanê, lê belê êş û jana Selîmî û sêdaredana wî dikevê stûyê wan kesên ku wî radest kirin. Eger Mistefa Selîmî radestî Îranê nekiribûyan, wê demê jiyaneke nû ji bo wî destpêdikir. Ewê destgîr kir û radestî Îranê kirin li cem me bikujên serekîne. Divê xelkê Kurdistanê bi tundî dijî van cûre karan rawestê, eger ranewestin û dijî wan dernekevin gelek bi hêsanî hemu çalakvan û rojnamevan û siyasiyên dinê dijî hikûmeta Îranê ne dikarin bigrin û radestî Îranê bikin. Êdî nabê xiyanetên bi vî awayî bêne qebul kirin.
Bi baweriya we destkefta wan çi bû ku Selîmî firoştin Îranê?
Divê ew grûpa nav YNK bersîva vê pirsê bidin ka çi destkeftek ji karekî wiha diltezîn li radestkirina Mistefa Selîmî bi komara îslamiya Îranê bi destê wan ketiye. Rûdanên referandûma serbixweyiya Kurdistanê û rûdana radestkirina Kerkûkê li 16 ê oktobera 2017 û êrîşkirina ser partiyên Rojhilatî ji aliyê komara îslamiya Îranê ve me dîtine. Hîç dewletek bi bê hevkariya partiyek yan aliyeke din nikarê biçê nav welatekî din xelkekî teror bike. Mixabin YNK yan her hêzekî din van cûre karan dikin berjewendiya partiya xwe pêş Kurdbûnê dixin. Wiha lê hatiye Îran li Silêmaniyê planan datîne û bi cîh dike. Hêzên Başûr mafê wan heye peywendiya dîplomasî li gel Îran hebê, lê belê nabê li bin sih û sêbera peywendiya dîplomasî karê xiyanet û kuştin û radestkirina siyasetmedarên bikin, wekî ku li Mistefa Selîmî kirin.
Belgeya we çiye ku Mistefa Selîmî hatiye Pênciwên?
Me wekî Partiya Sosyalîsta Şoreşgerê Îranê li gel kesên nêzîkî xwe yên li bajarê Seqizê, hinek kesên ku agahdarî rûdanê ne û ji kesukarên Mistefa Selîmî me zanyariyan wergirtiye ku hatiye Başûrê Kurdistanê li qezaya Pênciwên li gel xelkê axaftiye ku eve bi xwe belgeyeke mezine. Çendîn tomarên dengî jî heye nîşan didin ku Selîmî ji aliyê Asayîşa Pênciwên ve hatiye girtin û radestî Îranê hatiye kirin. YNK dikarê bibêje belê rûdanekî wiha rûdaye û şaş bûye, me agahî lê nebuye wekî serkirdayetî, tenê grûpek kirine û şaşiyê kirine.
Peywendiya beşekî YNK û Îranê çawa dinixînin?
Peywendiyên YNK li gel Komara Îslamiya Îranê ne asayî û normale, hîç partiyeke dijberî Îranê li sînorê desthilata wan nikarin hîç çalakiyek dijî Îranê bikin. Ewan Qasimê Silêmanî jî bi pîroz dizanî.
Helebçe / Ezîz Resûl