Cîhan
Sekreterê Giştî yê Hizbullah a Libnanê dîyar bû..
Hizbullah a LibnanêÎro di daxuyaniyekê de ragihand: “Bi pabendbûna bi perensîp û armancên Hizbullahê û li gorî mekanîzma pejirandî ya hilbijartina Sekreterê Giştî, Hizbullahê Şêx Neîm Qasim wek Sekreterê Giştî hilbijart.”
Neîm Qasim (71 salî) ji sala 1991ê ve Cîgirê Sekreterê Giştî ye û berpirsê şopandina karên parlemanî û hikûmetê yên Hizbullahê ye.
Herî dawî Qasim berî du hefteyan xuya bû û got ku Hizbullah tevî derbeyên dijwar ên ku di encama êrîşên Israîlî de xwariye, hîn jî bi hêz e û saxlemî û karînên xwe yên meydanî ji nû ve bidest xistine.
Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanî Hesen Nesrullah roja 27ê Îlonê di êrîşeke Îsraîlê li ser taxa Başûr ê Beyrûtê de hatibû kuştin.