Polîtîk

Sekreter û sê endamên karger îstîfa kirin

Êşa nakokiyên nav rêzên Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê rêxistinên wê yên cemawerî jî vegirt.

Di daxuyaniyekê de sekreterê Komeleya Xwendekarên Kurdistanê ya ser bi YNKê, sê endamên komîteya karger (Rizgar Elî, Bextyar Îbrahîm û Aso Ebobekir) û 9 berprisên liqên Komeleya Xwendekaran îstîfa kir.

Serdar Hemelî ji NRTê re got:

– Me tu bawerî nema ku di nav rêxistinên mede reform bên kirin. Me dema borî nameyek ji bo encamdana reforman pêşkeşî Celal Talebanî sekreterê YNKê û polîtbûroya wê kirî bû, lê mixabin, heta nuha jê me tu bersiv wernegiritine û tu reform jî nekatine kirin. Em jî bêhêvî bûn ku reform bên kirin û me jî îstîfa kir.

Sekreterê Komeleya Xwendekarên Kurdistanê di berdewamiya axavtina xwe de dibêje ku wan di nameya xwe de daxaz kir bû ku kutle û grûp di nav rêzên komeleya wan de nemînin û daxaz jî kir ku eşkerekirina 26 milyon dînarên budceya Komeleya Xwbdekaran bû ku heta nyha jî şarenivîsa wan pere nediyare.

Serdar got jî ku nuha kutle û grûp gelek di nav rêzên Komeleya Xwendekaran de berbilav bûne û tu hêviya reforman nemaye.

Back to top button