Sefîrê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê dibe sefîr li Îraqê
Barack Obama serokê Amerîkayê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku li cihê Christopher Hill sefîrê nuha yê Amerîkayê li Îraqê, James Jeffery wek sefîrê nû yê Amerîkayê bo Iraqê destnîşan dike.
James Jeffery ku nuha ew sefîrê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê ye, li bendê ye ku Civata Pîran a Amerîkayê li ser biryara serok Obama ya teînkirina wî weke sefîrê nû yê Amarîkayê bo Îraqê qebûl bike û paşî li Îraqê dest bi wezîfeya xwe ya nû bike.
Weke tê zanîn James Jeffery nuha sefîrê Amerîkayê yê Tirkiyeyê ye. Berî bibe sefîr li Tikiyeyê, ew li Qesra Spî şêwermendê emniyeta netewî bû. Ew alîkarekê serokê berê yê Amerîkayê Georgi Bush bû. James Jeffery demekê şêwermendê tybetê yê wezareta deveya Amerîkayê bo karûbarên Îraqê bû.
James Jeffery di demke gelek nazik û hesas de dibe sefîr li Bexdayê, Îraq di kirîza pêkanîna hikûmeta nû de ye. Herwesa Amerîka xwe amada dike ku heta payîzê hêzên xwe li Îraqê ji 92 hezaran bo pêncî hezaran kêm bike.