Polîtîk

Her du serok li Selahedînê civiyan

Serkomarê Iraqê Celal Talebanî digel Kosret Resûl û Berhem Salih cîgirên sekreterê giştiyê YNKê û Mela Bextiyar endamê polîtburoya YNKê serdana havîngeha Selaheddînê kir û li wir ji aliyê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê ve hatine pêşwazîkirin.

Li gor malpera Pukmediya, di çavpêketinekê de ku tê de Roj Nurî Şaweys, Fazil Mîranî, Mesrûr Barzanî û Azad Berwarî jî amade bûn, serok Mam Celal bi boneya dawîhatina serdana wî ya li derveyî welêt bixêrhatin li serok Barzanî kir.

Serok Talebanî serdana Barzanî wek serdaneke girîng û serkeftî bi nav kir û got:”Serdana serok Barzanî ya Tirkiyeyê rûpeleke nû ya têkiliyên navbeyna Tirkiye û herêma Kurdistanê bû. Her weha serdana wî ya Fransayê jî serdaneke serkeftî û girîng e ku serok Barzanî wek serokê dewletekê hate pêşwazîkirin. Serdanên wî yên Awistirya û Elmanyayê jî serdanên girîng û serkeftî bûn.”

Serok Barzanî jî tevî dupatkirina serkeftina serdana xwe ya li derveyî welêt, dîsa bi boneya hilbijartina wî wek sekreterê giştî yê YNK’ê û bi awayekî serkeftî bidawîhatine kongreya 3ê ya YNK’ê, pîrozbayî li serok Talebanî kir û hêvî kir ku navbeyna herdu aliyan zêdetir bihêz be.

Back to top button