Qêrîna dayîkên du leşkerên kurd
Li herêma Elezîzê di navbera çekdarên PKK-ê û leşkeran de şer derket. Di vî şerî de du leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Süleyman Aka 24 salî kurdek ji herêma Geverê bû. Dema cenazeyên Silaman anîn gunde wî da ku weşêrin, diya wî bi kurdî giriya,şîna xwe bi kurdî kir. Hawara xwe bi kurdî gihand herkesekî. Şerê qirêj bi dengek bilind şermezar kir. Giriyê diya Silêman agirek êxist di dilê hemû dayikan de.
Zülküf Aksoy ewî jî jiyana xwe di vî îşerî de ji dest da. Ji gundek yê Diyarbekirê bû. Diya wî jî bi kurdî giriya û şîna xwe kir. Dengê herdu dayikên kurd gelek şewitî bû. Di nav xemginiyek mezinde bûn.
Eve çendeke bi zanebûn leşkerên kurd di vî şerê qirêj de tên karanîn. Bala xwe bidinê, çikas leşker tên kuştin ji nîvê wan zêde kurdin. Ev ne tiştek tesedûfiye.