Boyner: Ez naxwazim zarokên min bibin leşker
Serokkomarê Tirkiye Abdullah Gul duhî li gel berpirsên dezgehên sivîl civînek darxist. Di civînê de pirsên siyasî û bûyerên dawî hatin gengêşekirin. Piraniya berpirsên dezgehên sivîl wek caran daxwaza rewşek aram kirin û gotin “ Divê teror bisekine“.
Lê di nav van berpirsên dezgehên sivî de dengek cuda hebû. Umit Boyner serokê komeleya karsazên Tirkiye (TUSIAD) e. TUSIAD dezgehê karsazan yê herî girînge û her demî di siyaseta Tirkiye de xwedî bandorek bi taybetiye.
Li gora medya Tirkî Boyner di civînê de mafê axaftinê xwest û dîtinên xwe gelek vekirî gotin. Li gora hatiye ragihandin Boyner di axaftina xwe de gotiye: “ Bifikirin zarokên min hene, mezin dibin û tên temenê ku herin leşkeriya xwe bikin.Ez rojane difikirm vê pêşeroja zarokên min çewe be? Ez naxwazim ew herin li herêma rojhilatê (Herêma Kurdstanê) bibin leşker.“
Ev gotinên Boyner di rojeva siyasî ya Tirkiye de, deriyê gengeşeyek nû vekir. Heta niha kesek di vê dereceya bilin de gotinek bi vî awayî negotiye û siyaseta leşkeran bi tundî rexne nekiriye. Lê Boyner bi cesaret ev rexneya xwe li dewletê kir.