Polîtîk

Kemal Burkay poşman e ku digel Ocalan rê neketiye

Kesayetê siyasî û endamê desteya damezrener a YNKê Omer Şêxmus ragihand ku Kemal Burkay ji wê poşman e ku di dema xwe de digel Ocalan eniyeke yekgirtî ava nekiriye.

Endamê desteya damezrener a YNKê Omer Şêxmus, di hevpeyvîneke digel beşa erebî ya malpera Warvînê de aşkere kir ku di sala 1980ê de dema ku li Tirkiyeye darbeya leşkerî rû daye, Mam Celal li Şamê hemû hêzên opozîsyon kom kiriye û daxwaz ji wan kiriye ku eniyeke yekgirtî ava bikin lê partiya Pêşeng, DDKD û KUK li dijî PKKê bûne û nehîştine ew enî bê avakirin.

Şêxmus got: “Ez şahîd im ku Ebdullah Ocalan ji mamoste Kemal Burkay re got; ‘Ez ê li ser pelekê spî îmze bikim ku tu serokê eniyê be.’ Lê wan li ser pirsa şerê çekdarî yê PKKê qebûl nekir. Wan daxwaz ji PKKê dikir ku rexne li xwe bigire û îtîraf bike ku şerê hemû hêzên kurdistanî kiriye. Niha ew poşman bûne. Mamoste Kemal Burkay ji min re got; Xwezî wê demê me qebûl kiriba û me bi hev re eniyek ava kiriba.”

Li gor zanyariyên ku Omer Şêxmus ji Warvînê re dane, Kemal Burkay bixwe razî bûye ku biçe wê eniyê ku Ocalan pêşniyar kiriye lê endamên polîtburoya wê partiyê bi hinceta wê yekê ku PKKê şerê çekdarî dike, nehîştine ew enî bê avakirin

Back to top button