PolîtîkRojev

Sedemên operasyona hevpar a YBŞê û Heşda Şebî û mûşekên li ser Hewlêrê dibarin

Rojnameya PKK ê ya bi navê RojNews ku li Silêmaniyê weşanê dike, di 2 ê Nîsanê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî operasyona hevpar a hêzên YBŞ ê ya girêdayî PKK ê û hêzên Heşdî Şeibî yên alîgirên Îranê yên li Iraqê parve kiribû.

Piştî derbasbûna 4 rojan li ser encamdana vê operasyona hevpar, êrîşeke din a mûşekî li nêzîkî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat kirin. Mûşek li Kewirgoskê li nêzî rafînerîyên petrolê ketin. Hat diyarkirin ku mûşek ji nêzî Mûsilê hatine avêtin. Yanî bi îhtimaleke mezin cihê ku mûşek lê hatîn avêtin cî yê Heşdî Şeibî ye. Helbet ev ne êrîşa yekem a Heşda Şeibî ye li ser herêma Kurdistanê. Berê jî êrîşên bi heman rengî hatibûn kirin. Herî dawî Îranê şeva 13 ê Adarê bi 12 mûşekan êrişî paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê kiribû.

Belê, ya balkêş ev e ku çend roj berê hêzên PKK ê yên Şingalê YBŞ û Heşda Şeibî dîmenên operasyona hevpar a Mûsilê weşandi bûn. Dîroka wêneyên ku ji aliyê RojNews ve hatin weşandin nayê diyarkirin. Lê şêwaza weşandina nûçeyê ne tenê naveroka nûçeyê di rastiyê de tê xwestin ku bi vê nûçeyê peyameke nerasterast were dayîn. Peyama ku li vir tê dayîn pesend kirina hevkariya bi Heşda Şeibî re ye.

Hêzên Heşdî Şeibî yên alîgirê Îranê wek DAÎŞ ê lê versiyona Şîa tên naskirin û bi her firsetê de dijberiya xwe li hember kurdan nîşan didin. Li aliyê din PKK ji sala 2013an ve dema ku Daîş ê êrîşî Iraqê kirî û vir ve, bi baskekî Şîe û Heşdî Şeibî ya bi Îranê ve girêdayî re dinava pêwendîyan da ye. Di berdewamiya projeya Îranê ya ji bo derxistina Şingalê ji Herêma Kurdistanê, ku berdewama projeya Heyva Şîe ye, PKK ê hêzeke leşkerî di bin ala Heşdî Şeibî de li Şingalê damezrand. Hêza PKK ê YBŞ ê ku ala Heşdî Şeibî hildaye, bi temamî li ser dijminahîya Herêma Kurdistanê û Pêşmerge tevdigere.

Erka sereke ya YBŞ ê ku şirîkê Heşdî Şeibî ye ku di her warî de dijminê Herêma Kurdistanê ye, di êrîşeke muhtemel a Îranê bo ser herêma Kurdistanê ew ê li gel hêzên Îranê êrişî başûr bike. Ji ber ku berteka giştî ya Kurdan li hember êrîşeke artêşeke weke Iraq û Îranê tê zanîn, PKK dixwaze vê bûyerê weke nakokiyeke navbera Kurdan nîşan bide.

Weşanên medyaya PKK ê ne demkî ne, ew di çarçoveya planekî berfereh a dijî Herêma Kurdistanê, tevdigerin. Ev plana ku em jê re dibêjin eniya dij-kurd e. plana vê eniyê ew e ku statuya Herêma Kurdistanê biguherin û karibin bê berteka civaka navneteweyî û gelê Kurd vê planê rêvebibin. Di vê plana dijminkar de PKK di cihekî stratejîk de hatîye erkdar kirin. PKK hatiye erkdarkirin ku êrîşa li ser Herêma Kurdistanê weke êrîşeke li dijî PDK ê nîşan bide û êrîşa li ser rêveberiya Herêma Kurdistanê jî di bin navê hind peyvên çînî û aborî were veşartin.

PKK ji bo asayîkirina êrîş û hewlên têkbirina Herêma Kurdistanê di nav gelê Kurd de bi amadekirina binesaziyeke derûnî hatiye erkdarkirin. Herwiha eger di dema pêş de êrîşên li ser Herêma Kurdistanê ji pêvajoyeke sar û veşartî derkeve û eşkere û çalak bibe, wê PKK bi navên cuda beşdarî van êrîşan bibe. Yek ji van navan jî YBŞ ye. Ji ber ku PKK rasterast ji ber êrîşên ku li ser navê xwe pêk anîbû hat rexnekirin û weke rêxistineke terorê tê dîtin wê YBŞ di êrîşên li ser Herêma Kurdistanê de were bikaranîn.

PKK ê li Şingalê ku xaka Kurdistanê ye, ala Iraqê bilind kir, nepejirandina ala Kurdistanê diyar dike ku Pkk weke taşeronê hêzên ku êrîşî statûya Herêma Kurdistanê dikin tê bi kar anîn.

Ji ber vê sedemê ne xelet e ku mirov li pişt her êrîşên Heşdî Şeibî û Îranê bo ser Herêma Kurdistana li şopa PKK bigere û li pişt her êrişek PKK ê jî li şopa Îran û Heşda Şeibî bigere. Ev êrîş hemû ji yêk navendê û fermangehê tên meşandin.

Jêder: Darkamazî

Back to top button