Cîhan

Sebastian Kurz: Li hember tirkiye xwe neçemînin

Li gor raporeke ajansa Deutsche Welle ya Almanî, Sebastian Kurz Serok Wezîrê Awusturyayê di daxuyaniyeke de da zanîn ku di derbarê penaberan de divê em li hember zext û fişarên tirkiyê xwe neçemînin.

Kurz dibêje: di derbarê penaberan de divê em li hember zext û fişarên tirkiyê xwe neçemînin. Eger li vî warî Erdogan serbikeve, ew Ewrupaya ku li hundirê xwe de sînorên wî nîne wê bibe dîrok. Ji ber wê yekê jî pêwîste Ewrupa bi her awayî sînorên xwe bi başî biparêze, ji ber ku eger neparêze wê encamên wê gelek xerab bin.

Her wiha Werner Kogler bi awayeke tund rexne li helwesta Serok Komarê tirkiye Erdogan girt û got: Li vir da provakasyon û helwesteke gelek xerab ya tirkiye eşkere xûya dibe. Her wiha da zanîn ku ev helwesta tirkiye êrîşeke li ser Yunanîstan û Yekîtiya Ewrupa.

Back to top button