SÊ STÊRK XURICÎN
Îro bîstûşeşê Sibatê
Du hezar û bîstê salê tê
Sê sitêrk xuricîn nema tê
Çûn ji dinyê ew bi wefatê
Yek jê Zeynel Abdînê Xan bû
Yek Seîd Yûsifê pirşan bû
Yek jî Heqîyê nav Ciwan bû
Ezraîl girt rihê wan katê
Heyf û xebînet bo hersiyan
Rewşenbîr çûne, malik wêran
Nizam çi bêjim bo ewanan
Heyfa min pir li şanê wan tê
Yekî bi têlan guh vedikir
Yekî bi pirtûk mêjk şêndikir
Yê din rihê meriv geş dikir
Lê ew li pey hev çûn mematê
Heyf û xebînet ji bo zana
Dema koç dikin ji dîwana
Ciwan jî dimînin bê wana
Giryê min ji bo wan liha tê
Stêra xuricî, nema tê cî
Ger şûna wê tije bit xweşcî
Xweda, rihê wan şad bit li cî
Zindî jî xweşdil bit li katê.
26/02/ 2020
Zeynelabidîb Zinar