Sê hezar pêşmerge xizmeta penaberên Rojava dikin
Fermandarê hêzên pêşmergeyên Zêrevanî dibêje ku, 3 hezar pêşmerge pêşwaziya penaberên rojavayê Kurdistanê dikin û alîkariyan wan dikin.
Ezîz Weysî Banî fermandarê hêzên pêşmergeyên Zêrevanî di daxuyaniyekê de ji Basnews re got:
– Zêdetir ji 3 hezar pêmergeyên ser bi hêzên Zêrevaniyê ve pêwazî, parastin û dabînkirina pêdawîstiyên rojane alêkariya penaberên rojavayê Kurdistanê dikin. Pêşmerge bo penaberan xîvetan hildide û elektirîkê radikêşe.
Weyîsî got ku, piraniya xwaringehên hêzên Zêrevanî li sînorê wîlayeta Hewlêrê ji bo amadekirina xwarinê bo penaberên rojavayê Kurdistanê yên vê dawiyê hatine herêma Kurdistanê hatîne terxan kirin:
Ji bilî vê jî, hêzên Zêrevanî parstina selametiya canê penaberan li Duhok û Hewlêrê jî dikin. Em vê yekê jî bi wezîfeya xwe dizanin û wacbek netewî ye.