Polîtîk

Li ser îdarekirina rojavayê Kurdistanê digel hikûmeta Suriyeyê dicive

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayîk digel hevserokê Partiya Jiyana Azadîya Kurdistanê (PJAK) heval Xalid digel berprisên hikûmeta rijêma Suriyeyê dicivin.

Rojnameya Wşe di hijmara xwe ya îro ya roja çarçûemiyê de di nivîse ku, çend çavkaniyan jê re eşkere kiriye ku, Cemîl Bayîk hevserokê KCKê û Heval Xalid hevserokê PJAKê li Suriyeyê li Qamîşloyê digel berprisên surî cviyane. 

 

Wan çavkaniyan ku, nexwestine navê xwe diyar bikin, eşkere kirye ku, li Qamîşlo çend civîn di navbera KCK û berprisên siyasî û îstîxbarata rijêma Beşar Esed pêkhatine û Cemîl Bayîk û hevalên xwe bi agadariya hikûmeta Îraqê bi rêya Mûsilê çûyne Suriyê.

Li gor rojnameya Wşe, Bayîk û berprisên hikûmeta Şamê li ser awayê îdarekirina hermên kurdan gotûbêj kiriye û bi hev re rêkeftinek îmz akiriye ku, di ayndeyeke nêzîk de derencamên wê rêkeftinê dê diyar bin û piraktîze bikin.

Back to top button