Nivîsar

Şaredariya Amedê li ku ye ?

Di dema hilbijartinan de berpirsyar û rêveberên Partiya Aştî û Demokrasiyê ( BDP ) bi awayekî biheq rexneyên herî giran ji Dewleta Tirk dikin. Ji ber ku dewleta Tirk bi awayekî sîstematîk hemî rê û rêbazên xwe  li ser têkbirin û aloziyê neteweya Kurd seferber dike.

5 mîlyon Kurdistanî ji ber şerekî nayê fahmkirinê ji cih û warên xwe hatine derxistin. Gundê wan hatiye şewitandin, ji ber fikr û ramanên xwe û ji ber parastina Kurdbûna xwe hatine kuştin û hwd. Ew Kurdên ku ji gund û navçeyên xwe hatin derxistin berê xwe dan metropolên Tirkiye û Kurdistanê û bi jiyanekî nenasê re rû bi rû man.

Ew xelkên me yên hêjar digel pirsgirêken Netewî û siyasî xwedî pirsgirêkên aborîne jî. Gelek Kurd hene ku ji ber astengiyên aborî nikarin li ser pirsgirêkên xwe yên netewî û siyasî bixebitin heta bifikirin jî.

Pêwîstiyên ewil yên her mirovan hene ku pêşiya her tiştêye, ew jî wekê bi cih bûn, starbûn, xwarin û vexwarin. Gelo xelkê Kurd bi wan pêwîstiyên însanî dikarin ji bo çareseriya pirsgirêkên netewî û siyasî bixebitin, bifikirin yan jî serê xwe biêşînin ? Helbete na ! di wê nokteyê de divê siyasetmedar, civatnas û aborînasên Kurd mecburin ku serê xwe biêşinin. Ji ber ku li Kurdistanê ne yek ne hezar bi milyonan Kurd bi birçîtiyê re rû bi rû ne.

Mirovên birçî li her derê dinyayê ger pêwîstiyên xwe peyda nekin ji bo têrbûna xwe her tiştê mubah dibînin. Carina dizîtiyê dikin, carina laşên xwe difroşin, carina mirovên dî dikûjin û carina jî ger ew jî nebin di dawiyê de ji bo rizgarbûna xwe, xwe dikûjin.

Belê li navenda Amedê ( Bi gotina hîn kesan ”Qelayê me” yan jî ”Amed qelayê Kurdane, nayê xirakirin!”) xelkên me ji ber peydanebûna xwarin û vexwarinê dawiyê jiyana xwe tînin. Ma gelo ew qelayekî çawa ye ? ji ber birçîtiyê hezaran keç û jinên Kurd laşên xwe difroşin, kurên me dizîtiyê dikin, tiryakiyê bêhişkerê bûn, ji bo loqmekî nan mirovan dikûjin û îro jî jinekî Kurd ji ber nebûna taşteyê dawiya jiyana xwe aniye.!

Kerem bikin emê bi hev re bixwînin da ku bizanin Qelayê Amedê di çi rewşê de ye…

Îro li navçeya Amed Baxlarê û li gundê Yeniköyê jinekî Kurd xwest ku ji bo zarokên xwe  taştêyek amade bike lê ji ber nebûna xwarinê zarokan, bi tifekekî nêçîrê, dawiyê jiyana xwe anî.

Yüksel Demir li navçeya Amed Baxlarê û li gundê Yeniköyê rûdinişt. Hê bi emrê xwe yê zarok digel Mihemed Demîr biryara zewacê digrin. Malbata Yüksel Demir li dijî vê daxwazê derdikevin lê Yüksel bibiryare û ji dê û bavê xwe dibêje ”Ger hûnê min nedin, ezê jî birevim” li ser vê yekê malbata Yuksel îkna dibin û digel dildarê xwe dizewice.

Yüksel Demir û Mihemed Demir di nava 10 salan de xwediyê 4 zarokan dibin. Mihemed Demir heta par li ser avahiyan ameletî dikir. Lê bûye salekî ji ber nebûna kar naxebite û pêwîstiyên malbata xwe jî nikare peyda bike.

Zarokên Yuksel Demir ji bo taşteyê  ji diya xwe xwarin dixwazin lê Yuksel ji ber nebûna xwarinek nikarîbû ji bo zarokên xwe taşteyek amade bike û li ser vê yekê bi tifekê nêçîrê dawiyê jiyana xwe anîye. Li ser dengê teqînê cîranên Yuksel tên xaniyê û dibînin ku Yuksel li erdêyê û bi lezûbez ji Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê re tê rakirin. Tevî midexeleyan jinekî ciwan jiyana xwe ji dest dide.

Mihemed Demir piştî întixara hevzarûyê xwe dikeve tengasiyê û bi êş û azaran mala xwe dide ber agiran. Şewat ji aliyê cîranên xwe tê vemirandin. Li ser vê bûyerê Mihemed Demir ji aliyê polêsên Tirk ve hatiye binçavkirin û piştî îfadeyê serbest hate berdan lê çawa ji qereqolê derdikeve dîsa mala xwe dişewtine û xanî bitamemî dişewite li dû xaniyê tenê fotografên jin û 4 zarokên wî dimîne.

Piştî wan bûyeran psîkolijiya Mihemed xira dibe. Ji ber vê jî zarokên wî yên bi navê Melek (7), Mucella (5), Besra (4) Şêxmus ( 7mehî ) li ba apê xwe di bin parastinê de ne.

A niha em dikarin bipirsin Şaredariya Amedê li ku ye ? yan jî berpirsyarên BDP li ku ne ? Ma gelo di navbera berpirsyarên BDP û Dewleta Tirk de çi farq heye ? Bêguman divê bibe. Lê mixabin piştî vê bûyerê û bûyerên bi wî awayî em nikarin ferqekî bibînin.

Di her firsedê de Jinên Kurd ji aliyê apo û alîgirên wî ve weka Xwedawend tên destnîşankirin. Ma gelo ew Xwedawendiyekî çewaye û li ku hatiye dîtin ku Xwedawend xwe dişewîtinin ? û ji ber birçîtiyê xwe dikûjin ?

Berpirsyarên BDP her tim jinên Kurdan li qad û meydanan komdikin û berê Xwedawendên xwe didin li ber jop û êrîşan. Belê bêguman ew jî di şert û mercên Kurdistan û Tirkiyeyê de asayî ye lê pêwîste ku ji Xwedawendên xwe re jî xwedî derbikevin.

Ger Şaredariya Amedê û berpisyarên BDP’ê li ser dirûşm û li ser gotin û teoriyên xwe birast bin divê dev jê xwepêşandan û hemletên xwe yên pûç û vala berdin û li ba xelkê xwe bin.

Ger Şaredar û Serokên BDP’ê xwedî wijdan û birehm bin divê di demekî kin de ji bo xelkên me yên xîzan pêwîste ku gavên erênî biavêjin û ew jî ji bo parastina qalayên xwe mecburiyeteke.

Hêvîdarim deng û daxwazên me bigihîje ew kesên ku dibêjin ”Amed Qelayê Kurdan e” û bala xwe bidin xelkê me yên hêjar û pêşiya Yüksel Demirên nû jî bigrin.

Medîn Amedî/ Rojevakurd
28.02.2011

Back to top button