Dosya

Planên terorîstan li Silêmaniyê eşkere bûn

Parêzgarê Silêmanî Behroz Muhemed Salih di vê derbarê de got: Piştî ku zanyarîyên hûr ji alîyê hevwelatîyan û torên sîxûrîyên dezgehên ewledarîyê ve hatin komkirin weha xuya bû, ku di çend rojên derbasbûyî de grûpeka çekdarên nenaskirî li devera Şarbajêr û nêzîkî bingeha kevn a deşta Zelê ya ser bi sînûrê Mayawa hatibû dîtin û paşî hîngê jî dezgehên ewledarîyên berpirs li dûvçûneka hûr û berdewam li ser bizav û çalakîyên wan çekdarên nenaskirî kirin.
 
Parêzgarê Silêmanî Behroz Muhemed Salih weha jî got, ku hejmara ewan çekdaran di navbera 10 heta 12 çekdaran de bû û li gora zanyarîyên dawî weha xuya bû, ku grûpeka 5 kesane hatin nav bajarê Silêmanî û dixwaztin, ku kirdarên terorane li nav Sailêmanî de pêk bihînin, belê ew di operasiyoneka leşkerî de eşkere bûn û wan karîbûn di şeva 27/ 2/ 2011 an de ber bi veşargeha xwe ya li devera pîşesazîya Silêmanî ve biçin û xwe di nav avayîyekê kevn de veşartin.
 
Salih got: Hêzên ewledariyê veşargeha ewan çekdaran vedîtin û dorpêç kirin, paşî hîngê hêzên ewledarîyê êrîşî ser cihê wan kirin û di encam de di navbera vê grûpa han û hêzên ewledarîyê de şer derket û di encam de 4 çekdarên terorîst hatin kuştin û terorîstek jî birîndar bû, belê wî jî paşî hîngê xwe teqand.
 
Di evê kongireya rojnamevanî de birîkarê wezareta navxwyîya hukûmeta herêma Kurdistanê Celal Kerîm jî di derbarê vê kirdara ewledarîyê de peyivî û got: Armanca hatina vê grûpa han bo nav bajarê Silêmanî ew bû, ku alozîyê di nav bajarê Silêmanî de dirist bike û kirdarên terorane jî pêk bîne û bi taybetî jî di vê dema niha de ku li bajêrê Silêmanî û deverên dora wê xwepêşandan  tên çêkirin.
 
Birîkarê wezareta navxweyîya hukûmeta herêma Kurdistanê daxwaz ji hevwelatîyan jî kir, ku ew bêtir agehdar bin û çavên wan vekirî bin, da ku ser û malên hevwelatîyan parastî bin û asayiş û ewledarîya herêma Kurdistanê û bajarê Silêmanîyê jî parastî be.

 

Nûçe: PNA – Nebez Muhemed / Silêman

Back to top button