KCK-ê agirbest rawestand
PKK-ê agirbest dawî anî. Konseya rêvebiriya KCK-ê ji 13-ê Tebaxê agirbest ragihandibû. Îro konseya rêvebir ragihand ku , wan agirbest rawestand û ji vê biryara xwe hukumeta Ak Partiyê wek berpirsiyar dan nişandan.
Sedem çibe bila bibe şer faydeyê nade kesekî. Herweha wek gelek caran hatî gotin, siyaseta hukumetê çikas xirabbe, di rewşa îro de nabe sedem ku mirov prosesa şer berdewam bike. Ev proses di hilbijartinan de, hevkariyek demokratîk û netewî jî dike di xeterê de.
Dema PKK-ê agirbest ragihandî, ji aliyê hemû partî û rêxistinên kurdan ve û herweha ji aliyê dezgehên sivîl yên Kurdistanê ve gelek erênî hatibû nirxandin. Lê biryara sekinandina prosesa agirbestê, wê kêr karê dezgehên tarî werê û divê kurd bi tu awayî avê şilo nekin.
Di dema agirbestê de operasyonên dewletê piranî ji bo porovekirina prosesa agirbestê bû. Diviya bi tu awayî PKK guh nedebiya provakosyonên hêzên çekdarên Tirkiye. Di rastiya xwe de warek şer ji her kesekî gelektir zererê dide destkeftiyên tevgera kurd.