Cîhan
Amerîka Kadafî ji çav derêxist
Amerîka dixwaze serokê Libyayê Muamer Kadafî ji dev serokatiyê berdê. Di vê derbarê de serokê Amerîka Obama eşkere helwesta welatê xwe diyar kir.
Herweha Amerîka xwe gihand opozisyona Libyayê ji bo alîkariya wan bike. Li Rojhilatê Libyayê hukumetek opozisyonê hatiye avakirin û dixwazin desthilatdariya Kadafî hilweşînin. Piştî wezîra derve bi awayek fermî daxwaz ji Kadafî kir ku ji dev desthilatdariyê berdê hewldanên Amerîka li herêmê zê de bûn.
Ji aliyek din senetorên Amerîkî John McCain û Joseph Lieberman bangî Obama kirin ku, ew rojek zûtir hukumeta demî ya kul i bajarê Bingazî hatî avakirin nasbikin.