Polîtîk

Şaredarê navçeya Ciwanika ji BDP-ê istifa kir

Ahmet Bardak, Şaredarê Ciwanika (Gokçebag) ya bi ser wilayeta Sêrtê ve, ji endamtiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) îstîfa kir

Li gor nûçeya IHAyê, Şaredar Bardak, ji ber rexneyên serokatiya Şaredariya Sêrtê ya BDPê, ji endamtiya partiyê îstîfa kir.
Di nûçeyê de tê ragihandin ku, îstîfaya Bardak hatiye pejirandin û hate destnîşankirin ku, Bardak dê vê erkê bi awayekî serbixwe bidomîne.
Piştî îstîfayê, hejmara şaredariyên ku di destê BDPê de ne, daketin 97an.

(AKnews)

Back to top button