Malper/Cîhan/Nêçîrvan Barzanî hate xelat kirin(Vîdeo) Cîhan Nêçîrvan Barzanî hate xelat kirin(Vîdeo) 29/12/2010 Facebook X LinkedIn Pinterest Reddit WhatsApp Telegram Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî tevî Hevjîna xwe Xatûn Nebîle Barzanî li ser vexwandineke fermî ya Rayedarên Koriya Başûr serdana vê welatî kir û ji aliyê Rayedarên vê welatî ve hate pêşwazîkirin.\n\nLi gorî peyamênêr KTV yê li Siûlê armanca vê serdana han wergirtina xelateke girînge ku, biryare ji aliyê Serokê vê welatî ve pêşkeşî Nêçîrvan Barzanî werê kirin.\n\nPeyamnêrê Kurdistantvê eşkere kir ku, biryare bi merasimeke fermî li Koşka Şîn a li Seûlê Serokê vê welatî xelata xwe pêşkeşî birêz Nêçîrvan Barzanî bike.\n\nÇavkanî diyar kir ku, Nêçîrvan Barzanî di dema ku, Serokwezîrê Kurdistanê bûye, weke baştirîn miêmara damezrandina Peyvendiyên Dîplomatîk yên di navbera Hewlêr, Bexda û Seûlê de kar kiriye lewre Serokê Koriya Başûr ev xelata han layêqê Nêçîrvan Barzanî dîtiye.\n\nTê zanîn ku, ev xelata han xelateke girînge û bi tenê ji bo siyasetmedar û dîplomatkaran re tê pêşkeşkirin. 29/12/2010 Facebook X LinkedIn Pinterest Reddit WhatsApp Telegram Parvekirin Facebook X LinkedIn Tumblr Pinterest Reddit WhatsApp Telegram Parve bike Bide çapê