Îroj

29'ê Berfanbar

29’ê Berfanbar

Di sala 1992’yan û di rojekî wekê îroyê de Xelata Mezin a Çand û Hunerê ji Yaşar Kemalê re hate dayîn.

Yaşar Kemal ( 6’ê kewçêrê 1923) li navçeya Osmaniyeya Edeneyê, li gundê Hemîteyê ji dayîk bûye. Navê wî yê di nasnameyê de, Sadik Kemal Göğçeli ye. Bi eslê xwe kurdekî ji gundekî Bêgiriya Wanê ye, nexasim di romannûsiya bi tirkî de, zimanê tirkî gihandiye asteke gelekî bilind. Piştî Şerê Dinyayê yê Yekem malbata wî tev koçî Edeneyê, Osmaniyeyê kiriye. Di biçûkatiya xwe de, çavekî xwe winda kiriye.

Di dema dibistana navîn de, têkiliya wî ya bi nivîsê re ew ber bi berhevkirina berhemên folklorê ve tê veda. Wê heyamê, helbestên wî di kovara Mala Gel a Edeneyê ya bi navê Kovara Nihêrînan de hatin weşandin. Di dibistana navîn, pola dawî de, dev ji dibistanê berda û karmendiya pirtûkxaneyan de xebitî. Di vê navê de, helbestên wî di kovarên wekî Ülke, Kovan, Millet û Beşpınarê de derçûn.

Di sala 1951’ê de, hate Stenbolê, di rojnameya Cumhuriyetê de, nivîskariya hevpeyvîn û pêkenokan kir. Bi hevpeyvîna bi navê Di Mezintirîn Çewlika Dinyayê De Heft Roj ve Perrûya Taybet a Komelaya Rojnamevanan a Serkeftinê wergirt. Di sala 1952’yan de, pirtûka wî ya bi navê Keleka Havînê hate weşandin. Romana wî ya pêşîn, Memedê Zirav di sala 1955’an de derket. Di navbera salên 1955-1984’an de.33 pirtûkên wî yên ku ji çîrok, roman, hevpeyvîn û bend û gotaran pêk hatine derketin. Di hevdeh saliya xwe de, cara pêşîn hate girtin. Di temenekê biçûk de, dest pê kir li tembûrê xist, dengbêjî kir, bû stranbêj. Bi dengbêjên herêmê re kete lecê.

Yaşar Kemal bi roman xwe ya yekemîn, Memedê Zirav ve Perrûya Romanê a Varlıkê wergirt. Ev roman wergeriyaye zêdetirî çil zimanên dinyayê. Berhemên wî yên din ji bo zimanên biyanî hatine wergerandin.Sala 1974’an, bi pirtûka xwe ya bi navê Qetla Sûka Hedadan ve Perrûya Madaralı ya Romanê wergirt. Di sala 1977’an de, bi berhema xwe ya bi navê Erd Hesin Esman Sifir ve ji aliyê Sendîkaya Rexnegirên Wêjeyê ve wekî baştirîn romana salê ya biyanî hate hilbijartin. Di berhemên xwe de êş, çewisandin, kedxwarî, xwînîtî, axatî û pirsa axa Torosan, Çuqurovayê û mirovên Çuqurovayê bi awayekî karîger, bi teswîrên bêhevta li tevnê dixe, ku ev yek girîngtirîn taybetîya nivîskariya wî ye.

Ji roman û çîrokên Yaşar Kemal gelek deqên şanoyê jî derketine; Erd Hesin Esman Sifir (1965) bi navê Uzundere, Teneke (1965) û Efsaneya Çiyayê Girîdaxê ji alîyê gelek şanoyan ve hatine sehnekirin.


Berhemê wî yên ku bûne filîmên sînemayê jî ev in:


•    Destmala Spî
•    Dijminê Namûsê
•    Gakûviyê Belek
•    Evîna Karacaoğlan
•    Zeviya Mirinê
•    Efsaneya Çiyayê Girîdaxê
•    Mar Kuştibûna
•    Memedê Zirav
•    Erd Hesin Esman Sifir

Back to top button