9 Xortên Kurd tev lî Vicdanî Red bûn
9 xortên Kurd li şaxa Komalaya Mafên Mirovan a Wanê hatin cem hev û Vicdanê Redên xwe ji raya giştiyê re eşkere kirin û tev lî tevgera Vicdanî Red bûn
Xortên bi navê Barış Durmiş, Emrah Bulut, Sedat Altınköprü, Jiyan Aşan, Hakan Bulut, Ümit Polat, Feyaz Polat, Zana Karabulut û Poyraz Ateş, li şaxa Komalaya Mafên Mirovan a Wanê daxuya kirin ku ew neçine eskeriyê tirkan û mafên xwe yê Vicdanê Red jî bikarbînin.
Daxuyanî ji aliyê Barış Durmişê ve hate xwendin û di dema daxuyaniyê de Serokê Egitim-Sen yê bajarê Wanê Lezgîn Botan û nûnerên PAD’ê ji bo piştgiriyê li ba xortan bûn. Durmiş di daxuyaniyê de bal kişand li ser pirsgirêka Kurd ya li Tirkiye û got : Em wekê xortên Kurd li hemberê xelkê xwe şer nakin.
Durmiş wiha berdawam kir : Pirsgirêka Kurd bi dehan sale ku di rojevê de ye û ji bo çareseriya pirsgirêk jî rêkî bê xwîn nayê şopandin. Îro em dibînin ku ger şer nebe hebûna wan jî ji holê radibe. Vê çaxê emê çima ji xwediyê pergalê re bibin leşker ? Çima di nava kujerên xortên Kurdan de cih bigirin ? Leşkerên Tirk gundê me şewitandin û xelkê me ji metrepolên ne diyarê re sirgûn bûn. Xelkê me ji bo mafê çarenûsê jî daketin kolanan û dîsa ji aliyê kesên nenasê ve hatin înfaz kirin.
Piştî daxuyaniyê Serokê Egitim-Sen yê bajarê Wanê Lezgîn Botan axaftinek kir û got: Emê heta dawiyê piştgiriya pergala fikrî ya redkirina kuştin û mirinê didin û heta dawiyê jî emê li ba wan bibin.