Civak

Ji ber xutbeyên Kurdî ji meletiyê hate avêtin

Li navçeya Şirnex Girgê Amoyê melayê Mizgefta El-Aksa Selîm Sadak ji ber giliyên ‘’Bi Kurdî xutbe tê xwendin’’ ji kar hate avêtin.

Li navçeya Şirnex Girgê Amoyê û li taxa Cumhuriyetê ji aliyê xêrxwazan ve di sala 2005’an de mizgeftek bi navê El-Aksa hatiye çêkirin. Runiştvanên taxê ji ber Melatiya mizgeftê, pêşniyarek ji Selîm Sadakê re anîn. Sadak pêşniyara wan pejirand û ji sala 2005’an ta niha li mizgeftê meletiyê dikir.

Sadak piştî meletiya mizgefta El-Aksayê xutbeyên Kurdî dida. Ji ber xutbeyên Kurdî ji tax û gundên din gelek moselman ji bo gohdarîkirina Sadak tevlî civata mizgeftê bûn. Piştî 5 salan ti pirsgirêk û astengî derneket. Lê di pêvajoya gengeşiyên li ser du zimaniyê ji aliyê miftiyên navçe û bajarê ve ji meletiyê hate avêtin.

Li ser vê yekê civata mizgeftê ji bo berdewamîya meletiya Sadak qampenyayek îmzayê dan destpêkirin. Piştî qampenyayê Hezar û pênc sed îmza ji mîftîya navçeyê re hate şîyandin.

Ji cemeata mizgeftê Nuh Acar dîyar kir ku  Mizgefta El-Aksa ji aliyê piştgiriya cemaatê me ve hatiye çêkirin û ji wê rojê şûnde pêwîstiyên mizgeftê ji aliyê cemeatê ve hatiye peyda kirin. Meleyê me bê pere peywîrdariya xwe bi cih aniye û hewcedariya me ji meleyekî nû re jî nîne. Wisa xuyaye ku sucê meleyê me ew e ku vaaz û xutbeyan xwe bi Kurdî dixwîne. Lê wisa tê gotin ku li her derê Kurdî serbest bûye çima li navçeyê me bûyerek wisa qewîmiyê hê jî nehatiye fêhmkirin.

Endamê cemeatê Mizgefta El-Aksayê Nuh Acar axaftina xwe wiha qedand : Mizgefta me ji navçeyê gelek dûre lê her gav tijje dibû ji ber ku her kes xutbeyên Kurdî fêhm dikin. Ji berpirsyaran tenê daxwazekî me hene ew jî destura li ser zimanê zikmakiya xwendinên xutbeyane.

Back to top button