Polîtîk
Şaredarê Alêbanê yê CHPê ji partiya xwe îstifa kir

Serokê Şaredariya Şehîtkamîlê(Alêban) ya Dîlokê Umut Yilmaz ji Partiya Komarî ya Gel îstifa kir. Çavkaniyên partiyê jî diyar kirin ku Yilmaz bi rêveberiya navendê re hin nakokiyên xwe hene.
Umut Yilmaz ji 19’ê Adarê û vir ve roja ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hatî binçavkirin û vir ve tu daxuyanî li ser partiya xwe parve nekiribû û li hemberî şaredarên girtî bêdeng ma. CHP piştî 30 salan li Dîlokê bû yekemîn û şaredariya Alêbanê ku bi nişteciyên xwe ya 900 hezari li Tirkiye û bakurê Kurdistanê navçeya ji meznahiya xwe ve 9 mîn e. Herweha navçeyeke ku li nawenda Dîlokê de ye.