Şanoya li Suriye û Kurd
Cemal BATUN Rewşa li herêma Rojhilata Navîn (bi taybetî girêdayî Şerê Suriye) rû dide, aloziyên wilo tevlîhev anîn pêş ku nirxandina rewş/pêvajoyê hema hema ji her alî ve xelet hate xwendin. Di destpêka Şerê li Suriye de, bêje ku her kesî bawer dikir: ev şer dikare encex 3 meh, bêje 6 meh bajo, yên herî zêde salek dan pêşya xwe. Zincîra dîktatoriyê li Rojhilata Navîn ku bi ketina Serokên Tunis, Misir, Libya şkestibû, bi ketina Esed jî dê berdewam kiriba. Lê, wilo nebû! Suriye xelet hate nirxandin, xelet hate xwendin! Amerika û Rojava xelet xwendin! Rusya û Çîn jî xelet xwend. Du welatên ku dagîrkerên Kurdistanê ne û her yek ji wan ji eniyek dijber – Tirkiye (di eniya Rojava / Amerika û kembera Sunni de) û Iran (di eniya Rusya, Çîn, kembera şîa de) cîh digire, destê xwe xistin şerê navxweyî li Suriye. Tirkiye (li gel Qeter,Erebistana Siûdî ) bû sedema bihêzkirina rêxistinên radikal/terorist ên oldar, wekî: El-Nusra, DAEŞ û h w d. Iran (wekî bîngehkarê kemberê şîa, ji Iraqê heta Lubnanê) bû aliyek piştgir a rejîma diktator. Ev her du dewletên dagîrkerên Kurdistanê, di destê yekem de bûn e sedema berferehkirina şerê li Suriye û muhendisên rewşa aloz. Destê Enqere û Tehranê di şepirzebûna rewşa xelkên Suriyeyê de di qada yekem de ye!.. Xaka Suriye kirin – qada navenda dijberî û şerê xwe. Hiştin ku destên kûjer ên radikalên şîa û sunni, bikevin xwîna xelkên Suriye de! Cîhan, îro dixwaze destê- bi taybetî ya Enqereyê, lê herweha ya Tehranê jî di rewşa Suriyeyê de, bixe bin kontrolê de. Êrîşkariya Turkiye û Iranê, divê bikeve nav xedêkî de. Naxwe, her du dewletên agresîf, dikarin bibin egera rewşên dijwartir. Ji ber vê yekê ye ku Enqere (ku naxwaze vê kontrolê qebûl bike) niha gazinên giran li ”hevkarên” xwe yên Washingtonê û Brukselê dike(!) Barzanî û cîhan: daxwaza yekgirtina Kurd dikin Rojavayê Kurdistanê di destpêka şerê Suriyeyê de li cîhek gelek rast rawestiya. Di tu eniyan de cîh negirt. Ev helwêsta Kurd: wekî rêya seyem jî hate binavkirin. Tevgera siyasî ya Kurd di nav diyalogek baş de bû (ENKS û PYD). Mimarê yekgirtina Kurd jî Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî bû. Li Hewlêrê û paşî li Dihokê civînên nêzîkahî û hevkariya di navbeyna ENKS û PYD de hatin lidarxistin. Reya rast jî ev bû / ev e! Mixabin PYD, xalên hevkariyê ku li Hewlêr û Dihokê hatin lihevkirin, derbasî jiyanê nekir. Ji vê yekê jî, di destê yekem de Kurdên Rojava û Kurd/Kurdistan bi giştî, lê herweha aliyên demokrat ên cîhanê jî wenda dikin!… Ji ber vê yekê ye ku, nûnerê taybet ê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerika (DYA) Obama, Brett McGurk bi taybetî diyarkir ku: Gava Kurd yek bin, kes nikare Kurdan! Rêya rast ji bo Kurdan, ji bo cîhan a demokrat jî ji yekgirtina Kurdan derbas dibe. Barzanî jî, cîhana demokrat jî, lê di destê yekem de Kurd li her çar aliyên Kurdistanê vê dixwazin!….Stockholm, 21 Sibat 2016________________________