Polîtîk

Dema pêkanîna referandûmê hatiye

Frakisyona PDKê ya Parlemantoya Kurdistanê ragihand ku dem hatiye bo naskirina raya gel û rapirsiyê li ser mafê çarenivîsa xwe, ku ev yek jî pêvajoyeke niştimanî ye û pêwîst e dûr be ji berjewendiya hizbî. Frakisyona PDKê ya Parlemantoya Kurdistanê derbarê rewşa Herêma Kurdistanê civiya û piştî civînê daxuyaniyek belav kir.Frakisyona PDKê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Herêma Kurdistanê di qonaxeke pir hestyar de derbas dibe û krîzeke darayî ya mezin Herêma Kurdistanê girtiye, lewma niha awasazî ji her demê zêdetir pêwîstî pê heye û pêwîst e em hemû hewlên xwe bidin bi gelê Kurdistanê ji vê qeyranê derkeve. Em piştevaniya xwe bo tevahiya bernameya Serok Barzanî ya bo awasaziyê diyar dikin û em piştevaniya xwe bo pêngavên hikûmetê yên jî bo çaksaziyê û em hêvîdar in hemû aliyek dûr ji nakokiyên siyasî û hizbî piştgiriya wan pêngavan bikin.” Frakisyona PDKê ragihand: “Pêvajoya çaksaziyê pêwîstiya wê bi zemîneyeke siyasî guncaw heye, lewma em daxwaz ji hêz û aliyên siyasî dikin ku lezê bikin di normalkirina rewşa Herêma Kurdistanê de. Herwiha pêvajoya çaksaziyê giştî be û ti dosyeyek piştguh neyê kirin.” Frakisyona PDKê wiha got: “Guhertinên navçeyê û eger û pêşhate ji me re dibêjin ku derfeteke zêrîn hatiye û ji hemû hêz û aliyên siyasî tê xwestin ku pêngavên cidî bavêjin.” Li gorî daxuyaniya Frakisyona PDKê, derxistina giriftan ji Kurdistanê re ji aliyê Bexdayê ve berdewam e û pêwîst dike ku niha em hemû bo parastina destkeftên xwe agahdar bin. Dem hatiye bo naskirina raya gel û rapirsiyê li ser mafê çarenivîsiyê, ku ev yek jî pêvajoyeke niştimanî ye û pêwîst e dûr be ji berjewendiya hizbî.Bas 

Back to top button