Civak

Şandekî jinên Bakûrê Kurdistanê serdana DXB kirin

Bi mebesta aşnabûna bi karûbar û çalakiyên xêrxwaziyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, şandekî jinên Bakûrê Kurdistanê serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin û ji aliyê Cîgirê Serokê Dezgehê ve bi germî hatin pêşwazî kirin.

Roja 19/05/2014 şandekî jinên Bakûrê Kurdistanê bi mebesta aşnabûn bi kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û danustandina bîr û ramanan û pêşxistina peywendiyên di navbera wan, serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin û ji aliyê Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgehê ve bi xêrhatineke li germ li wan hate kirin. Li hevdîtinê de şanda mîhvan balkişand li ser wê xizmeta ber bi çava bavê ruhî û neteweyî yê Kurd Barzaniyê Nemir ku li jiyana xebat û qurbanîdana ji bo gelê xwe berdewam kar ji bo serxistina mafên rewayên jinan kiriye. Her wiha balkişandin li ser wê yekê ku Barzaniyê Nemir bi bê cûdahî li navbera jin û mêr de daxwaza desteberkirina mafên jinan ya hemû perçeyên Kurdistanê kiriye. Her wiha hêvî xwestin li karên xêrxwaziyên li pêş da wan peywendî û hemahengiyekî bi hêz li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî da hebê.

Li beramber da Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî piştî bi xêrhatina wan bi kurtî behsa kar û çalakiyên berdewamiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ku ji destpêka damezrandinê û heta niha li warên cûr bi cûr da encam daye. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi bê cûdahiya olî û neteweyî kar û çalakiyên xwe bi berfirehî encam dide. Heman demî de ji bo xizmetkirina penaberên Rojavayê Kurdistanê jî dezgeha wan kariye li rêya nivîsîngehên li nav wargehan de bi awayeke berdewam xizmeta birayên xwe yên penaberên Rojavayê Kurdistanê bike. Di derbarê bi hêztirkirina peywendiyên di navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gel jinên Bakurê Kurdistanê, Cîgirê Serokê Dezgehê ji bo her alîkarî û hevkarî û hemahengiyek li navbera her dû aliyan de pêkbê amadehiya dezgehê ya tevahî nîşanda.

Back to top button