Polîtîk
Şandeke hikûmeta Sûriyê gihişt deriyê Sêmalka

Şandeke hikûmeta Sûriyê ya veguhêz gihişte deriyê Sêmalka yê hevsînorî di navbera Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurditanê de.
Jêderekê ji Rojavayê Kurdistanê ji Welat TV re da zanîn ku îro şandeke hikûmeta Sûriyê gihiştiye dergehê Sêmalka yê sînorî.
Li gorî wê jêderê, ew serdan dikeve di çarçoveya rêkeftina 29ê Çileyê di navbera HSD û hikûmetê de, ku tevlîbûna dezgehên leşkerî û sivîl û dergehên sînorî li xwe digire.
Duh jî, fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî û Şandiyê Serokê Sûriyê bo Hesekê Ziyad El-Ayiş tevlîbûna leşkerî û radestkirina kêlgehên petrolê li Rimêlan û Siwêdiyê gotûbêj kirin, li gorî rêveberiya ragihandinê ya Hesekê.

