Şandek bilinda serbazî ya Iraqê li Dihoke

Ji bo agahdarbûna rewşa navçeyên tixûbiyên di navbera Başûr û Bakûrê Kurdistanê, şandeke bilinda serbazî ya Iraqê bi hemahengî li gel Wezareta Navxweya Herêma Kurdistanê serdana Dihokê kir.

Şanda bilinda serbazî ya Iraqê bi Serokayetiya Ferîq Rukin Hamîd Abdulla Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pasevaniya Tixûbê Iraqê bi hemahengî li gel Wezareta Navxweya Herêma Kurdistanê serdana parêzgeha Dihokê kirin.

Şand ji bilî serdana cihên hatine bombebaran kirin li gel berpirsên îdarî yên parêzgeha Dihokê jî bandora operasyona tirkiye li ser rewşa xelkê guftûgo dikin û raporek li ser wan bombebaranan û operasyonê pêşkêşî Serok Wezîrê Iraqê dikin.

Nerîna min :